Di lîsteya namzedan a ku AK Partiyê da Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) da endamên lijneya wezîran, alîkarên wezîran, rojnamevan û gelek kesên ji pîşeyên din hene.
Li gor lîsteya namzedan cihê hin wezîran guherî. Parlementerê Batmanê û Wezîrê Darayiyê Mehmet Şîmşek ji Gazîentabê, Parlementerê Edirneyê û Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu ji Bursayê, Parlementerê Afyonê û Wezîrê Daristan û Karên Avê Veysel Eroglu ji Îzmirê herêma yekî, Parlementerê Bîngolê û Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz ji Diyarbekirê wek namzed hatin nîşandan.
Xebatkarên nêzî Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî wek namzed hatin nîşandan. Li gor vê Alî Sarikaya ji Stenbolê, Emîne Nur Gunay ji Eskîşehirê, Taha Ozhan ji Meletyeyê, Ertan Aydin ji Enqereyê, Vedat Bîlgîn ji Enqereyê, Celîl Goçer ji Tokatê namzed hatin nîşandan.
Suleyman Soyluyê Alîkarê Serokê Gişkî yê AK Partiyê ji Trabzonê, Numan Kurtulmuşê Alîkarê Serokê Gişkî yê AK Partiyê ji Orduyê wek namzed hatin nîşandan.
- Di lîsteya AK Partiyê da 17 rojnamevan hene
Di lîsteya ku AK Partiyê da LHByê da rojnamevanan jî cî girt. Li gor vê rojnamevan û nivîskar Aydin Unal û Nurî Elîbol ji Enqereyê, Mustafa Canbay ji Balikesîrê, Nîhat Nasir ji Bursayê wek namzed hatin nîşandan.
Rojnamevanên ku ji Stenbolê hatin nîşandan jî ev in:
"Îsmet Uçma, Huseyîn Yayman, Markar Eseyan, Ahmet Hamdî Çamli, Huseyîn Husnu Kiliç, Tulay Kaynarca, Mehmet Metîner, Mahmut Ovur, Hatîce Kubra Ozturk."
Huseyîn Koca Biyik ji Îzmirê, Yahya Coşkun ji Kocaeliyê, Muhsîn Kizilkaya ji Mêrsinê wek namzed hatin nîşandan.
- Sendîqa
Serokê Gişkî yê Berê yê Memur-Senê Ahmet Gungogdu ji Enqereyê, Seroka Komîteya Jinan a HAK-ÎŞê Julîde Sarieroglu ji Enqereyê bûn namzed. Serokê Gişkî yê Berê yê HAK-ÎŞê Salîm Uslu jî ji Çorum wek namzed hat nîşandan.
Ahmet Doganê bavê Furkan Doganê ku di Keştiya Mavî Marmarayê da hatibû kuştin ji Qeyseriyê, Eyup Gokhan Ozekînê ku di heman keştiyê da bû jî ji Uşakê wek namzed hat nîşandan.
- Di lîsteya AK Partiyê da 99 jinên namzed hene
Di lîsteya namzedên parlementeriyê ya AK Partiyê da 99 jin û 2 astengdar hene. Bennur Karaburuna astengdar ji Bursayê namzed hat nîşandan. Di hilbijartina gişkî ya di sala 2011an da 78 jin hebûn, di vê hilbijartinê da hejmara jinan der kete 99an. Vê gavê 45 parlementerên jin ên AK Partiyê hene.
Ji xêncî Serokê Gişkî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu 318 kesî lîsans, 186 kesî lîsansa bilind û doxtora, 43 kesî lîse, 2 kesan jî dibistana seretayî qedandiye.
Pîşeyê namzedên parlementeriyê yên AK Partiyê wiha ne:
"112 parêzer, 80 rêveberên kamûyê û saziyên taybet, 66 endezyar, 47 serbest, 34 hîndekarên zanîngehê, 32 doxtor, 24 mişawir, 17 mamoste, 17 nivîskar û rojnamevan, 16 dermanfiroş, 12 ekonomîst, 9 mîmar, 8 perwerdekar, 7 memur, 6 doxtorên diranan, 6 cotkar, 4 beytar, 4 amirên îdareya milkî, 4 burokrat, 4 aborînas, 4 karsaz, 4 endamên hîndekariyê, 4 îlahiyatnas, 3 teqawidbûyî, 3 civaknas, 3 şêwirmend, 3 siyasetnas, 2 hunermend, 2 psîkolog, 2 jinên karsaz, 2 dozger, 2 misteşar, pisporekî têkiliyên gel, pisporekî têkiliyên navneteweyiyê, dîplomatek, teknîkerek, wezîfedarekî tenduristiyê."