Polîtîka

Qîza Malcolm X Erdogan şibande bavê xwe

Îlyasa Şahbaza qîza Malcolm Xê serokê misliman ê reşik yê ku li Amerîkayê li dijî nijadperestiyê têkoşîn dida û di 21ê sibata 1965an da hat kuştin got ku Serok Recep Tayyîp Erdogan mîrata bavê wê temsîl dike.

Haydar Şahin  | 25.09.2018 - Rojanekırın : 25.09.2018
Qîza Malcolm X Erdogan şibande bavê xwe

Washington DC

NEW YORK

Îlyasa Şahbaza qîza Malcolm Xê serokê misliman ê reşik yê ku li Amerîkayê li dijî nijadperestiyê têkoşîn dida û di 21ê sibata 1965an da hat kuştin got ku Serok Recep Tayyîp Erdogan mîrata bavê wê temsîl dike.

Şahbazê li New Yorkê pirsên rojnamevanê AAyê bersivand qala memnûniyeta xwe ya ji ber hevdîtina bi Erdogan ra kir û got, "Bi serokekê li ser navê edaleta civakî, merhemet û rûmeta mirovan diaxife ra hatim ba hev, ev ji bo min rûmet e."

Şahbazê wiha got: "Ez ji merivan ra dibêjim 'Hûn dibînin Dr. Mehmet (Oz) merivekî çiqasî kîbar, mitewazî û bêalî ye'. Bi merivên ji nijadên cuda, jin û zarokan ra tê bal hev. Ji bo wan pêşdaraza wî tune. Ji wan ra dibêjin 'Tirkiye ev e'."

Şahbazê got ji ber ku bi gelê Tirkiyeyê ra tê ba hev zehf kêfxweş dibe û wiha axivî: "Gelê Tirkiyeyê ya rastî kîbar e, bi reng, cinsiyet û taybetiyên merivan ên cuda ra eleqedar nabe."

Şahbazê bal kişand ser xebatên alîkariya mirovahiyê yên Tirkiyeyê û wiha pê da çû: "Ji ber ku ji 3,5 milyon koçberî ra deriyê xwe vekiriye lazim nake meriv tiştekî din li ser vê bêje. Lewra li hin aliyên dinyayê hin kes qala avakirina dîwaran dikin, ji merhemetê fehm nakin."

Şahbazê bal kişand ser "însiyatîfa edaleta wekhev" a Brîan Stevenson û got ku meriv ne bi miemeleya nîşanî dewlemendan dikin, bi miemeleya nîşanî feqîran dikin va rûyê rastî yê însanan derdikeve holê. Dema dibêjin Tirkiye, welatekî ku deriyên xwe ji kesên bexwedî ra vekiriye tê bîra merivan û mielemeya Tirkiye li mexdûrên şer dike jî ji hemû dinyayê ra dibe mînak.

Şahbazê pirsa li ser parastin û pêşxistina fikr û ramanên bavê xwe wiha bersivand: "Mîrata bavê min balê dikişîne ser însaniyetê her şexsî. Li qatê Xwedê em gişt xuşk û bira ne. Ji ber vê qala reng, dîn û nijadê nake. Qala jihevderxistina raş û şaşiyê dike. Dema tiştekî şaş dibînin ji bo guherandina wê dibê em tiştekî bikin. Ya rastî ji ber vê dema xanima wî û Esraya qîza Serok Erdogan li vê derê bûn ez li ba wan bûm, lewra tişta ku ew temsîl dike ev e."

- Jiyana Malcolm X

Navê Malcolm X yê esas Malcolm Lîttle ye di sala 1925an da hat dinyayê. Earl Lîttleyê bavê wî yê waiz digot bawer nake ku reşik li Amerîkayê bigihêjin azadiya xwe ji ber vê dibê vegerin Afrîkayê.

Malcolmê ku hê 5 salî bû bavê wî di cinayeteke kiryarnediyar da hat kuştin û diya wî avêtin nexweşxaneya dînan. Zaroktiya wî di nav tunebûnê da derbas bû û di sala 1946an da ket girtîgehê.

Malcolm demekê li ser fikr û ramanên Elîjah Mihemedê serokê "Natîon of Îslamê (Miletê Îslamê) ya ku nijad perwerî diparast bû û di sala 1952yan da ji girtîgehê derket û tevlî tevgera wî bû. Malcolm ji wê tarîxê pê va ji bo kal û bavên xwe yên ji Afrîkayê yên ku mimkun nîne werin naskirin paşnava xwe xiste X. Ji ber karîzma, çalakbûn, rastaxaftin û xitaba bi lez di demeke kin da kete nav pêşîkêşên rêxistinê.

Dem ser ra derbas bû Malcolm ji ber fikr û ramanên li ser rêgez û nêrîna dîn yên Elîjah Mihemed pê ra li hev nekir û Malcolm di sala 1964an da jî Natîon of Îslamê veqetiya.

Di demên xwe yên dawîn da Malcolm digot ji bo Amerîka pirsgirêka nijadî çarser bike dibê Îslamê fehm bike û nav xwe kir el-Hac Malik eş-Şahbaz.

Malcolm X di 21ê sibata 1965an da dema diaxivî hat şehîdkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.