Hevdîtina Erdogan û Guterres
Serokê Tirkiyeyê Erdogan û Guterres li ser zêdekirina têkiliya nêz a di navbera Tirkiye û NYyê da, tevdîrên ji bo Îdliba herêma bêpevçûn hatin hildan, pêvajoya siyasî, rewşa penaberan û hin mijarên kurewî û herêmî axivîn
New York
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Hat ragihandin ku Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li ser zêdekirina têkiliya nêz a di navbera Tirkiye û NYyê da, tevdîrên ji bo Îdliba herêma bêpevçûn hatin hildan, pêvajoya siyasî, rewşa penaberan û hin mijarên kurewî û herêmî axivîn.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Serokomariyê hatin sitandin, Serok Erdogan û Guterresê ku ji bo beşdarî Hevdîtinên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bibin li New Yorka bajarê Amerîkayê ne hatin ba hev û di mijara zêdekirina têkiliya nêz a Tirkiye û NYyê da biryardarî teyîd kirin.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê da li ser tevdîrên piştî Mitebeqata Soçiyê ji bo Îdliba herêma bêbevçûn hatin hildan, pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê, avakirina Komîteya Qanûna Bingehîn, rewşa penaberan û axivîn.
Hat destnîşankirin ku di vê hevdîtinê da hin mijarên kurewî û herêmî jî anîn rojevê.