Dinya

Guterres: "Alîkariyên ku dilop dilop digihêjin Xezeyê divê êdî wekî lehiyê biherikin"

Şerife Çetin  | 30.07.2025 - Rojanekırın : 30.07.2025
Guterres: "Alîkariyên ku dilop dilop digihêjin Xezeyê divê êdî wekî lehiyê biherikin"

New York

 Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonî Guterres got ku "Alîkariyên ku dilop bi dilop digihêje Xezeyê divê êdî wekî lehiyê biherikin."

Rapora Senifandina Merhaleya Ewlehiya Xurekê ya Entegre (IPC) ragihand ku ji ber ambargoyên Îsraîlê li Xeta Xezeyê ku bi qeyrana birçîbûnê ra rû bi rû ye "senaryoya herî xirab a xelayê" diqewime Guterres daxuyaniyeke nivîskî da.

Guterres bal kişand ku hişyariya IPCyê dîmena ku jê ditirsin piştrast dike û got ku "Xeza li ber xelayê ye. Dane li holê ne û pêkan nîne ku bên înkarkirin."

Guterres da zanîn ku Filistîniyên li Xezeyê di nav bobelateke însanî ya ku manendê wê neqewimiye da ne û bal kişand ku ev hişyariyek nîne, rastiyeke wisa ye ku li ber çavê hemû dinyayê diqewime.

Guterres peyama "Alîkariyê ku dilop bi dilop digihêjin Xezeyê divê êdî wekî lehiyê biherikin. Xurek, av, derman û sotemenî divê bênavber û bêyî astengî bigihêjin Xezeyê."

Guterres destnîşan kir ku divê êdî dawî li kabûsa li Xezeyû bê û got ku hewcehî bi agirbesta însanî ya acîl û mayînde, bê şert û merc berdana hemû êsîran û li tevahiya Xezeyê gihaştina alîkariya însanî ya tam û bêasteng heye."

Guterres hişyariya "Ev ezmûna mirovahiya me ye û divê em bi ser bikevin" da.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.