29 Mijdar 2016•Rojanekirin: 30 Mijdar 2016
İSTANBUL
Serokomar Erdogan: "Çi madî çi menewî divê em Qudsê tena serê xwe nehêlin. Wekî neviyên ecdadê ku di nava aştî û edaletê da 400 sal xizmeta Qudsê kirin, bi hezaran berhem pêşkêşî bajêr kirin, emê înşellah wekî berê ji niha şûnda jî piştevanî û derfetên xwe pêşkêşî Qudsê bikin. Emê berdewam bin û li cem birayên xwe yên filistînî bin. Bona ku Filistîn rabe ser piyan, bona parastina pîrozweriya Mescida Eqsayê, bona ku Mescida Eqsayê stûxwar nemîne, emê bi hemû qeweta xwe bixebitin."
Serokomar Erdogan got, "Saziyeke ku di mijara Filistînê da bi salan e tu biryareke xwe nexistiye rewacê nikare ji bo meseleyên roja me çareseriyê bibîne, em li benda vê nînin. Ji ber vê rewşê li ber çavên mislimanan sîstema navneteweyî û saziyan pêbawerî kêm bû. Ev pirsgirêka pêbaweriyê ya ji bo Konsêya Ewlekariyê ya NYyê ji bo DEAŞa jirêderketî bingehê amade dike. Dagirkirin, zilm û tundiya li ser birayên me yên ji Filistînê ji bo rêxistinên terorê bûye amûra propagandayê. Ev birîna di dilê Rojhilata Navîn da hetanî ku neyê dermankirin hizûr û sikûnetê çito bê herêmê."
Serokomar Erdogan: "Li Filistînê pergala zilm û zordariyê ya ku her roj dubare dike heye. Mixabin ev bêedaletî li pêş çavên hemû dinyayê pêk tê, digel gelek biryarên Neteweyên Yekbûyî ev kirin nêzî nîv sedsalê ye qatbiqat dewam dike. Heta ku ev tabloya cegera alema Îslamê ya xwedî meziniya milyar û 700 milyonî ye neyê çareserkirin, li erdnigariya me hizûr û îstiqrara mayînde pêk nayê û ne mimkun e. Di bingeha gelek meseleyên li herêmê diqewimin da pirsgirêka Filistînê heye û ev eşkere ye ku ya li vir dagirkirina heq e."
Serokomar Erdogan: "Eşkere ye ku di bingeha gelek rageşiyên li herêmê çêdibin de meseleya Filistînê heye, sedema esil xespkirina mafan e. Mixabin biryarên ku NYyê da, pêşî li vê neheqiya negirt. Lewra di sîstema kurewî de di şûna serdestiya hiqûqê de serdestiya serdestan heye û hemî tişt li gor vê sîstemê tê birêvebirin, mixabin ji van biryaran yek jî nekete rewacê. Polîtîkayên çewisandin, tehcîr û cudakariyê yên ku ji sala 1948an vir ve li dijî birayên me yên filistînî têne birêvebirin roj bi roj xurttir dibin û dewam dikin."
Serokomar Erdogan: "Ji bo ku li Rojhilata Navîn aştiyeke mayînde çêbe divê li gor sînorên 1967an dewleteke Filistinê ya ku paytextê wê Qudsa Rojhilatê ye çêbe. Ji bo vê jî divê civaka navneteweyî piştgiriya ji bo Filistinê zêde bike."
Serokomar Erdogan got, "Nika reqemên 600î tên axaftin lê belê na. Li gor min li Sûriyeyê milyonek meriv mirin. Ev mirin hê dewam dike. Zarok, jin û mêr ferq nake dewam dike. NY li ku derê ye, çi dike? Li Iraqê heye, çima tune? Me got sebir, sebir, sebir paşê tamîş nebûn û em bi Artêşa Sûriyeya Azad ra ketin Sûriyeyê. Çima ketin? Çavên me di erdê Sûriyeyê da tune. Mesele ew e ku xwediyê wî erdî li axa xwe xweyî derkevin, ji bo vê ye. Yanê em ji bo tesîsa edaletê li wê derê ne. Em ji bo ku hikûmdariya Esedê zalim bi dawî bikin ketin wê derê, ji bo tiştekî din na."
Serokwezîr Yildirim: "Li başûrê rojhilatê hêzên me yên ewlekariyê herêm bi temamî paqij kirin. Wezaretên me yên eleqedar tespîtên pêwîst kirin. Em binesaziyê seranser diguherînin. Me dest pê kir û em şûna xaniyên rûxandî yên bedew û çêtir çêdikin. Emê di salekê da 36 hezar xaniyî çêkin û teslîmî welatiyên xwe bikin. Bi vî awayî dema ku çêkirina xaniyan temam bû, mexdûriyeta ji ber terorê jî dê ji holê rabe."
Serokomar Erdogan: "Di 15ê Tîrmehê da gelê min nîşan da ku firokeyên bombeyan diavêjin, tank, top û çekên modern tesîrê li însanan nakin. Çima? Lewra ew ber bi şehadetê va meşiyan. Me 248 şehît dan û 2 hezar û 193 xaziyên me hene. Lê şikir FETOya rêxistina terorê li vî welatî negihîşt armanca xwe û wê negihêjê jî."