Polîtîka

Namzedên parlamenteriyê yên CHPê hatin kifşkirin

Lîsteya namzedên parlamenteriyê ya seba Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 27em ku wê di 24ê hezîranê da were kirin, di civîna Meclisa Patiyê ya CHPê da hat teqezkirin

İbrahim Atmaca  | 21.05.2018 - Rojanekırın : 22.05.2018
Namzedên parlamenteriyê yên CHPê hatin kifşkirin

Ankara

ANKARA

Lîsteya namzedên parlamenteriyê ya seba Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 27em ku wê di 24ê hezîranê da were kirin, di civîna Meclisa Patiyê ya CHPê da hat teqezkirin.

Li gor agahiya ku hat hildan, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu pêşiyê Lijneya Rêvebiriya Navendî (MYK) ya partiyê paşê bi Meclisa Partiyê ra civîn kir û di civîna Meclisa Partiyê da namzed bi dengên endamên meclisê va hatin qebûlkirin.

Li gor lîsteyê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji Îzmirê herêma 2yem di rêza 1em da bû namzed, Serokê Giştî yê berê Deniz Baykal ji Antalyayê rêza 1emîn wek namzed hat destnîşankirin.

Alîkarê Serokwezîr ê berê Abdullatîf Şener ji Konyayê wek namzed hat nîşandan.

Hin navên ku namzedê Serokomariyê yê CHPê Muharrem Înce pêşniyaz kirin jî ketin lîsteyê.

Hat gotin ku Kiliçdaroglu piraniya parlamenterên niha cardin kiriye namzed, 18 endamên MYKyê bi temamî jî ketine lîsteya namzedan.

Hat gotin ku ji bo kontenjanên seba Partiya Saadetê hatiye veqetandin jî di lîsteyê da hin cih jî vala mane.

15 parlamenterên ku beşdarî ÎYÎ Partiyê bûn û cardin vegeriyan partiya xwe jî dîsa ketin lîsteya namzedan.

Haluk Pekşen, Mustafa Balbay, Eren Erdem, Bariş Yarkadaş, Zeynep Altiok, Şenal Sarihan, Musa Çam, Erdîn Bîrcan, Husnu Bozkurt, Necatî Yilmaz, Hîlmî Yarayici, Niyazî Nefî Kara, Elîf Dogan Turmen û Îlhan Cîhaner û hin parlamenterên din neketin lîsteyê.

Hat gotin ku Alîkarê Serokê Giştî yê berê Erdal Aksunger di cîvîna Meclisa Partiyê da îtiraz kiriye. Aksunger jî neket lîsteyê.

Di çarçoveya teqwîma hilbijartinê da CHP wê îro lîsteya namzedên parlamenteriyê bide Lijneya Bala ya Hilbijartinê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.