TBMM
Cigirserokê Koma HDPyê Îdrîs Baluken ji bo nexşerêya pêvajoya çareseriyê wiha got: "Me rûpeleke pêşnûmayê ya ku hatiye amadekirin dît."
Baluken li meclisê civîneke çapemeniyê li dar xist. Baluken der barê êrîşa biçek ya mîdurê ewlekariyê yê Bîngolê û 4 terorîstên li Genca navçeya Bîngolê hatin kuştin de axivî û got ku her du bûyer jî "wehîm" in.
Baluken got ku kuştina midûrê ewlekariyê bi plankirî hatiye kirin, ev suîkast e û wiha dewam kir:
"Me di xebatên xwe yên herêmî de jî, di daxuyaniyên ji bo raya giştî hatin kirin de jî dît ku bi rastî jî du bûyerên wehîm qewîmin. Lê hewl tê dayîn ku ev herdu bûyer bi hev ve bên girêdan û li ser van bûyeran pêvajoya çareseriyê bê qedandin. Heke lêpirsîneke bêalî û bi bandor neyê kirin, em ê ber bi rojên tarî yên ku hin kes dixwazin wisa be ve herin û planê wan dê bikeve rewacê. Ev bûyer ji hêla dema ku qewimî û ji hêla îstixbaratê ve bi profesyoneliyê ve hatine kirin û armanca ew e ku bi provakasyonê ve rewşeke qetlîamê çêbibe."
Baluken got ku dema der barê vê bûyerê de daxuyanî û şahidiyên bûyerên tên ber bi hev, mirov dibîne ku hin nakokî hene û divê hikûmet vê derxe holê. Baluken wiha axivî:
"Em bi tenê şikên xwe, agahiyên ku me ji herêmê hildan pêşkeşî raya giştî dikin. Eşkerekirina vê bûyerê karê navenda îstixbaratê û hikûmetê ye. Dema em dibêjin JÎTEM, kontrgerîlla, gladyoya kûr hûn jî texmîn dikin ku em behsa hin mekanîzmayên bi awayekî cidî di nav dewletê de rêxistinek ava kirine dikin."
- "Ev li ser agir benzîn rijandin e"
Li ser pirsa "Hûn der barê daxuyaniya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya ku ji bo ewlekariyê behsa pakêteke nû dike çi dibêjin? " Baluken wiha got: "Ev li ser agir benzîn rijandin e. Heke ew tiştên ku Serokomar behs dike bên meclisê em ê bibêjin ku ev tişt dê Tirkiyeyê bikin nav kaosekî û ber bi şerê navxweyî ve bibe û bûyerên civakî yên cidî dê çêbibin."
Baluken ji bo pêvajoya çareseriyê û nexşerêya wê jî wiha axivî:
"Em muxatabê vî karî ne û heta ku îradeya pêvajoya çareseriyê hebe, her du alî li ser maseya muzakereyê ji bo çareseriyê hewl bidin, em ê jî çi bikeve li ser milê me bikin. Biryarên der barê xilasbûna pêvajoya çareseriyê ne biryarên ku heyeta me an jî partiya me bide ne. Niha rewşeke dawîbûna pêvajoya çareseriyê jî tune. Em niha rêya diyalogê vekirî dihêlin û hevdîtinên me yên bi hikûmetê re dewam dikin."
Balukan ragihand rûpeleke pêşnûmayê ya ku himumetê der barê pêvajoya çareseriyê de amede kiriye gihiştiye wan û wiha pê de çû:
"Nexşerê bi awayekî hurgilî bi me re parve nekirin, lê me rûpeleke pêşnûmayê ya ku hatiye amadekirin dît. Ji bilî vê hurgiliyên ku dê bi qanûnî çêbikin, demokratîkbûn, çareserkirina pirsgirêka kurd û tiştên ku dê bên li pêş me heta roja îro bi me re parve nekirin."