ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di Civîna Îstîşareyê ya Yektiya Ode û Borseyên Tirkiyeyê (TOBB) de axivî û li ser xwepêşanên bêdestûr ên ku bi behaneya DÎŞIyê derketin sekinî û wiha got: "Çi dikin bila bikin, wê zirarê nedin pergala qamûyê. Dewlet ji bo ku pergala qamûyê biparêze biryardar e. Di vê mijarê de wê tu îhmal neyên kirin."
Serokwezîr Davutoglu: "Di vê vandalîzm, şidet û feliyetên terorê de Kobanê behane kirin û 33 welatiyên me mirin, 2 polêsên me cangorî bûn, 135 polêsên me birîndar bûn, 531 wesaîtên polêsan, 631 wesaîtên sivîlan hatin şewitandin. 214 jê dibistan, Qursên Quranê, muze, pirtûkxane jî di nav de, bi tevahî hezar û 122 avahî hatin tehrîbkirin."
"Em ji bo domandina pêvajoya çareseriyê biryardar in"
Davutoglu got: "Em li hember kesên ku xirab û wêran dikin, avakirinê û îhyayê derdixin pêş" û wiha pê de çû:
"Em li hember kesên ku qeyranê derdixin, vîzyoneke nû temsîl dikin. Em li hember kesên ku dixwazin pêvajoya çareseriyê têk biçe jî hewl didin ku pêvajoya çareseriyê bi ser bikeve. Em hewl didin ku pêvajoya çareseriyê ya ku projeya yekîtiya neteweyî û biratiyê ye biparêzin."
Serokwezîr Davutoglu li ser hilbijartina endamtiya LBDDê jî sekinî û wiha got:
"Li Tirkiyeyê serxwebûna darazê, ji xala herî girîng ya hewildanên ji bo pêşveçûna aborî û demokratîkbûna siyasî ye. Mensûbên me yên darazê duh di vê mijarê de peyama herî baş dan civata me. Ez ji bo hilbijartina wan a demokratîk û ji bo biryardariya wan a ku wê di heyama pêşiya me de jî edaletê tesîs bikin, ji wan re cardin sipas dikim."