TBMM
Serokê Gişkî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu diyar kir ku di hemû vandalîzm û bûyerên tundiyê de AK Partî jî xistin hedefê û wiha got: "Bi vê tevgerê ve xwenstin ku vê peyamê bidin; li vî erdî bi tenê em hene, em destûrê nadin kesên din. Dibe ku hin kes bitirsin, CHP encax bi destûrê ve dikare here wê derê. Dibe ku MHP jî bitirse lê belê bira rind bizanibin ku tu endamekî AK Partiyê ji tu şantajê natirse."
Davutoglu di Komacivîna AK Partiyê de mijarên rojevê nirxand.
Serokwezîr Davutoglu bi bîr xist ku komcivîna partiya xwe ya ewil di 1ê îlonê de li dar xistin û ji ser vê re 44 roj derbas bûn.
Davutoglu diyar kir ku komcivînên ku hefteyê carekê dikin ji bo şêwirandinê zehf girîng in û ev civîn wezîfeya platformekê dibîne.
- "Vandalî, eşqiyatî"
Davutoglu destnîşan kir ku welatiyan tam eydî dikir, li Tirkiyeyê hikûmeta nû hatibû avakirin, bernameya Tirkiyeya nû hatibû eşkerekirin, serokomarê ku bi destê welatiyan ve hatibû hilbijartin dest bi wezîfeya xwe kiribû û li welêt rewşeke aram hebû di roja 3yan a eydê de hin provakatoran ji bo ku şahiya welatiyan di ber wan de bihêlin bi vandalî, bi eşqiyatî dest bi bûyerên terorê kirin.
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku ev cara ewil nîne ku vê rewşê dibînin û wiha axivî:
"Di meha gulana sala par de pireya 3yan, balafirgeha 3yan û projeyên Stenbolê hatin îmzekirin, Komara Tirkiyeyê cara ewil deynê xwe yê ji ÎMFyê re qedand, deynê ji derveyê welêt re qedand û welatî wek eydê şah dibûn ku provokasyona Geziyê dan destpêkirin. Di 30yê îlonê de pakêta demokratîkbûnê ya herî berfireh hat eşkerekirin, parlementerên me yên jin ên sergirtî ketin Meclisê, di 16 kanûnê de Komara Tirkiyeyê muafiyeta vîzeyê ya bi Yekîtiya Ewropayê re îmze kir me carekê mêze kir ku di 17ê kanûnê de dafikeke din danîn. Hin kes ji bo ku eyda di ber welatiyên me de bihêlin dixebitin. Bira bi sond û ehd be ku em ê eyda bi welatiyên ku bidin kirin, kî çi dike bira bike. Niha jî serokomarê nû hat hilbijartin, hikûmeta nû hat avakirin, hêsîrên me hatin xilaskirin û hin kes dîsa derketin holê û dest bi provokasyonan kirin. Me ev ceribandin carên din jî dîtin. Em dizanin ku em ê li hemberî van ceribandinan çito bisekinin, em dizanin ji wan provokatoran hesab jî bipirsin.
Vê carê hinceta wan Kobanê bû. Bi eslê xwe ev xebata wan kesan e ku di 30ê adarê de û di 10 tebaxê de têk çûn û ji bo ku hilbijartina 2015an hildin bin konrola xwe vê dikin. Em biryardar in, em ê bi aramî têkevin hilbijartina 2015an. Bi vê hincetê ve vandalîzm, şidet û bûyerên terorê derketin. Di van bûyeran de 33 welatiyên me mirin, 2 polêsên me cangorî bûn. 531 erebeyên sivîlan hatin şewitandin, 631 erebeyên dewletê hatin şewitandin.
- "Pê nerihet bûn"-
Serokwezîr Davutoglu wiha dewam kir: "Bi vê tevgerê ve xwenstin ku vê peyamê bidin; li vî erdî bi tenê em hene, em destûrê nadin kesên din. Dibe ku hin kes bitirsin, CHP encax bi destûrê ve dikare here wê derê. Dibe ku MHP jî bitirse lê belê bira rind bizanibin ku tu endamekî AK Partiyê ji tu şantajê natirse. Me ji birayên xwe yên ji Kobanêyê tu tiştek nepirsî û 200 hezar hebên wan hilda welatê xwe. Gelî provokator û tehrîkkar ew nayên cem we. Ew hatin û xwe sipartin siya bin alaya sor a ku nîşana têkoşîna li dijî emperyalîzmê ye. Hin welatên Ewropayê yên ku Tirkiyeyê rexne dikin di 3 sal û nîvî de qasî penaberên ku me di 3 rojan de qebûl kir penaber qebûl nekirin. Rûyê wan nagre me rexne bikin, heqê wan jî tune û hedê wan jî nîne."
Davutoglu peyama ji bo wan kesên ku dibêjin 'Em kînga bixwazin dikarin pergala kamuyê xirab bikin' jî got: "Pêvajoya çareseriyê alternatîfa pergala kamuyê nîne. Pergala kamuyê, çito dibe bira bibe, ew ê di bin temînatê de be."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu: "Tirkiye hem li dijî DÎŞIyê ye hem jî li dijî Esed e, ew ê li dijî wan bisekine jî. Gelo Kiliçdaroglu jî wekî me eşkere dikare bibêje 'Em hem li dijî DÎŞIyê ne hem jî li dijî Esed in'? Gelo HDP dikare wisa bêje? Derdê wan bi tenê parastina rejima Sûriyeyê û Esed e. Hûn dizanin çima? Zêhniyeta wan wek hev e. Esed Beasa ereban e, CHP Beasa tirkan e, HDP jî Beasa kurdan e."