Serokê Giştî yê HDPyê Selahettîn Demirtaş: "Çi çaxê ciwanên li Cizirê biryar dan ku xendekan tije bikin û rûpêçandan hat qedexekirin, ew şev li Cizirê provakasyonan dest pê kir. Ji wê roja heta niha 5 kes hatin qetilkirin. Niha jî dibêjin di navbera 'HUDA-PAR û HDPyê da pevçûn heye.' Tiştekî wiha tuneye. Daxuyaniya KCKyê deynin dera hanê, divê dewlet bersivekê bide vê."
Demirtaş beriya Civîna Lijneya Rêvebiriya Navendî (MYK) ya HDPyê der heqê rojevê da daxuyanî da rojnamevanan.
Li ser pirsa "Bulent Arinç do got nikarin ji sedî 6 jî ray bistînin. Heger di çarçoveya pêvajoya çareseriyê da HDP di bin bendê da bimîne, tirsa ku wê pêvajo hewaleyî çiyê bibe heye. Bulent Arinç mînaka Mehmet Agar û Baykal da û got, 'Ew derneketin çiyê, heger HDP di bin bendê da bimîne divê wisa neke.' Hûn ê der heqê van tiştan da çi bêjin?" Demirtaş wiha axivî: "Em ê hewesa Bulent Arinç di gewriya wî da bihêlin, bila şik û gumanên we çênebe."
Demirtaş der barê mijara hevkariyê da jî destnîşan kir ku HDP ne di lêgerîna hevkariyê da ye û wiha got: "Em mijarên beredayî ne, ji bo mêjiya tevlihev bikin tînin rojevê. Helbet bi komên civakî ra ji xeynî hevkariyê hewldanên me yên stratejîk ên yekîtiyê hene. Em wek fikr û ramanên siyasî bi AKPyê ra nakevin nav hevkariyê."
- Nîqaşên li ser Ocalan
Demirtaş li ser pirsa "Tê gotin ku Abdullah Ocalan di serdana Îmraliyê da banga agirbestê bike, îhtimaleke wiha heye?" wiha got: "Em nizanin, wê hevalên me di nav çend rojan da herin. Em ê nîqaşan li wir bibînin. Lijneya me piştî ku çû wê nîqaşan bişopîne. Piştî vegeriyan wê daxuyaniyê bidin raya giştî. Em nizanin ku wê çi werin rojevê, wê mizakere dest pê bikin yan na?"
Demirtaş li ser pirsa "Serbestberdana Ocalan tim tê nîqaşkirin, em di vê mijarê da fikr û mijarên wî ji we hîn bibin?" wiha got: "Daxwazeke wî ya wiha tuneye. Em bi xwe wiha dibêje, 'Derî vekin, bêjin keremke derkeve jî, ez dernakevim. Ji bo ku ez ji vir derkevim divê şert û merc û sedemên ku ez xistime vir ji holê rabin. Heger di vî warî da gav neyên avêtin, ez ji gotinên ku dibêjin ji Apo ra azadî, wê efû derkeve, aciz dibim. Lewra xwestekeke min a wiha da nîne.' Li derva tê nîqaşkirin, lê ev daxwaza wî nîne. Dibê, 'Heger rojekê Tirkiye normalîze bibe, sedemên mayîna min a li vir ji holê rabin, wê dewlet ji bo ku min di vir da bihêle ewqas pere xerc nake.'"
- "Daxuyaniyên KCKyê KCKyê eleqedar dike"
Demirtaş li ser pirsa "Daxuyaniyeke KCKyê heye, dibêjin wê ciwan dîsa dest bi 'xweparastinê' bikin. Hûn çava dinirxînin?" wiha axivî: "Daxuyaniyên KCKyê KCKyê eleqedar dike."
Demirtaş destnîşan kir ku heta niha gilî û gazineke dewletê ya der heqê Cizîrê da tuneye û wiha got: "Çi çaxê ciwanên li Cizirê biryar dan ku xendekan tije bikin û rûpêçandan hat qedexekirin, ew şev li Cizirê provakasyonan dest pê kir. Ji wê roja heta niha 5 kes hatin qetilkirin. Niha jî dibêjin di navbera 'HUDA-PAR û HDPyê da pevçûn heye.' Tiştekî wiha tuneye. Daxuyaniya KCKyê deynin dera hanê, divê dewlet bersivekê bide vê. Divê Wezareta Karên Navxweyî bersivekê bide. Li holê şerê nav kurdan tuneye. Bira kes jî wiha nîşan nede. Taybetî divê HUDA-PAR nekeve vê kemînê. Ez dibêjim di nav her du aliyan da jî yên ku dixwazin tevlehiveyê çêkin hene. HUDA-PAR dibêje di nav me da tunene. Wê hingê we ev merivan kuştin? Ez eşkere ji wan dipirsim. Heger tunebe we 5 kesên li Cizîrê kuştin?"
Demirtaş der heqê êrîşa çekdar a li Parîsa da jî wiha got: "Di 10ê mehê da wê ji bo kuştina 3 jinên kurd ên şoreşger çalakiya protestoyê bihata kirin. Lijneyeke me diçû Parîsê. Heminê diçin wê der heqê qetlîama dawîn da lêkolînan bikin û gahî berhev bikin."
Demirtaş diyar kir ku divê ji ser vê da dijminahiya Îslamê neyê kirin û em êşa gelê Fransayê hîs dikin.