15 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2017
ANKARA
Hêzên Artêşa Tirkiyeyê li Zap, Avaşîn-Basyan û Xakurka herêmên li bakurê Iraqê operasyona esmanî birin ser endamên PKKya rêxistina terorê ku amadehî dikirin êrîşî qereqol û baregehên li ser sînor bikin û di operasyonê da 5 endamên rêxistinê yên çekdar hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê li bakurê Iraqê operasyonên dijî hedefên PKKyê dewam dikin.
Hat destnîşankirin Hêzên Artêşa Tirkiyeyê li Zap, Avaşîn-Basyan û Xakurka herêmên li bakurê Iraqê operasyona esmanî birin ser endamên PKKyê ku amadehî dikirin êrîşî qereqol û baregehên li ser sînor bikin.
Li gor agahiyan di operasyonê da 5 endamên rêxistinê yên çekdar hatin berterefkirin û sitargeh û baregehên rêxistinê hatin îmhekirin.