04 Gulan 2017•Rojanekirin: 04 Gulan 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar yên Tirkiyeyê (TSK) li herêma Zapa bakurê Iraqê operasyona esmanî kirin.
Li gor daxuyaniya TSKyê danê sibehê li Çukurcaya navçeya Hekariyê di operasyona hewayî da hat tespîtkirin ku komek terorîst ji bo êrîşî herêma baregeha leşkerî bikin amadehiyê dikin.
Li ser vê balafirên Fermandariya Hêzên Esmanî, li çoltera Çukurcayê û li herêma Zapa bakurê Iraqê operasyona esmanî li dar xistin. Di operasyona esmanî da 4 mewziyên çekan û 2 şikeft hatin îmhekirin.