İbrahim Atmaca,Haydar Şahin,Türkan Tosun
26 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
ANKARA
Berdevkê Wezareta Karên Derva Balyoz Huseyîn Muftuoglu der heqê operasyona esmanî ya ku Hêzên Çekdar ên Tirk birin ser PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorî da got: "Ji bo operasyonên ku li Sûriye û Iraqê tên kirin tevlihev nebin, beriya operasyonê li Enqereyê miqamên me yên leşkerî agahî dan rayedarên leşkerî yên Emrîka û Rûsyayê."
Muftuoglu bersiv da pirsa der heqê gotinên Mark Tonerê Berdevkê Demkî yê Wezareta Karên Derva ya Emrîkayê ku wiha gotibû, "Hêzên Esmanî yên Tirk di 25ê Nîsanê da li Sûriye û Iraqê dijî hedefên PKK/PYD/YPGê operasyon kirin û ev operasyon bi têra xwe kordîne nekirin."
Muftuoglu got dibê meriv hin mijarên ku Toner anî ziman eşkere bike, beriya operasyona do ya li ser kozikên rêxistina terorî yên li Iraq û Sûriyeyê hem bi rêyên leşkerî hem jî bi rêyên dîplomatîk agahî dan Koalisyona Kureyî ya Têkoşîna Dijî DEAŞê, Emrîka û Federasyona Rûsyayê û wiha axivî:
"Di vê çarçoveyê da ji bo ku di operasyonên li Sûriye û Iraqê da tevlihevî çênebe, li hev neqelibin, meqamên me yên leşkerî yên li Enqereyê di çarçoveya sererastikirinên leşkerî da agahî dan ataşeyên leşkerî yên Emrîka û Rûsyayê, Birêz Sererkanê me di telefonê da bi mixatebên xwe yên ji Emrîkayê û Rûsyayê ra axivî. Wek mayîn agahî dan Navenda Herekata Ji Hewayê ya Yekbûyî ya li Qeterê ya navenda rêvabirina herekatên Koalisyona Kureyî ya Têkoşîna Dijî DEAŞê, bi rêyên dîplomatîk va jî agahiyên ku hewce dikin dan balyozxaneya Emrîka û Rûsyayê yên li Enqereyê.
Muftuoglu anî ziman ku bi qenala dîplomasî û leşkerî wan ji aliyên sêyemîn yên ku li dijî DEAŞê têkoşînê didin re bi rêya Emrîka û Rûsyayê hişyarî dane ku bila ew ji dûrî kampên perwerdeyê û çalakiyên rêxistina terorî bisekinin.
Muftuoglu wiha axivî: "Tirkiye ji aliyekî ve piştgiriyê dide xebatên Koalîsyona Kureyî a Têkoşîna dijî DEAŞê ya ku Tirkiye jî di nav de ye ku rêxistina terorî ji holê bê rakirin, ji aliyê din jî mafê parastina meşrû yê ku di madeya 51emîn a Şertê Neteweyên Yekbûyî de heye hewl dide ku li dijî her cure terorê têkoşînê bide."