16 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2016
GAZÎANTEP
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu rexne kir ku civaka navneteweyî ji bo arîkariya penaberên sûriyeyî û iraqî dudiliyê dikin û got ku "Heke hûn neyên vir destê arîkariyê dirêjî mirovên ku vir dijîn nekin, hûn bi Tirkiyeyê re hevkariyê nekin bi demê re dê ew mirov bên welatê we."
Wezîr Çavuşoglu di beşa Gazîentabê ya Konferansa Balyozan a 8emîn de bajarê konteyner ê li Nizîpê yê ku lê penaberên sûriyeyî diminîn ziyaret kir.
Çavuşoglu bi balyozan re ji rayedaran agahî sitandin û pişt re dibistan, pêşdibistan û odeyên çalakiyê yên li kampê geriyan.
Çavuşoglu bi zarokekî ku li rê rast hat re xeber da. Zarokê astengdar got ku tirkmen e û ev 3 sal û nîv e ku li kampê dijî û daxwaza welatîbûnê dike. Çavuşoglu li ser vê yekê wiha bersiv da: "Em niha hin xebatan dikin, hem der barê destûra xebatê de hem jî der barê welatîbûnê de. Înşeallah em ê van mijaran jî çareser bikin. Înşeallah dê derfeta wan çêbe ku vegerin welatê xwe, axa xwe."
Çavuşoglu di dema ziyaretê de bersiva pirsên rojnamevanan jî da û qal kir ku perwerdeya ku didin jin û zarokên penaber di cî de dît û ji ber vê yekê jî kêfxweş e.
Çavuşoglu da zanîn ku zarokên sûriyeyê bi zimanê xwe û li gor mufredata xwe perwerdeyê dibînin û wiha axivî: "Dema me derfet û zarok dîtin em hestewar bûn. Em bi gel û mezinên xwe serbilind bûn."
Çavuşoglu diyar kir çi qas ji destê wan tê hewl didin ku derfetan pêşkêşî mirovên ku ji şer û zilma rejimê reviyan bikin û bi bîr xist ku civaka navneteweyî ji ber kampan Tirkiye pîroz dike lê belê ev têrê nake û got ku divê piştgiriya madî jî bidin.
Çavuşoglu qal kir wek Tirkiye ji bo penaberên sûriyeyê ji 8 milyar dolarî zêdetir pere xerc kir û wiha axivî:
"Em ji vê aciz nabin em ê bêtir jî xerc bikin. Em nikarin pişta xwe bidin van mirovên ku xwe sipartin me. Civaka navneteweyî şert û mercên kampê jî di nav de piştgiriya ku me da û derfetên me pîroz dike lê tenê pîrozkirin têrê nake. Em wekî welatê ku me berê deyn distan em naçin û derî bi derî parsa peran nakin û em ê nekin jî. Her kes dizane ka hewcedariya sûriyeyî û iraqiyan bi çi heye, her kes derfetên ku Tirkiyeyê pêk anîn jî dizane lê di mijara arîkariyê de dudiliyê dikin. Heke hûn neyên vir destê arîkariyê dirêjî mirovên ku vir dijîn nekin, hûn bi Tirkiyeyê re hevkariyê nekin bi demê re dê ew mirov bên welatê we. YE îro hesastir e û sedema vê jî ev yek e. Mixabin ev. Ez divê bibêjim. YEya ku mala demokrasî û hiqûqê ye di mijara mafên mirovan de tenê dema ku tesîrê wê dike reaksiyonê nîşan dide divê wiha nebe."
Çavuşoglu destnîşan kir dê razî nebin ku nifşên bê yên Sûriyeyê ji holê rabin û got ku ji 620 hezar zarokên ku emrê perwerdeyê de ne perwerdeyê didin nêzî 300 hezarî zarokê. Çavuşoglu destnîşan kir ku divê fonên ku ji YEyê bên ji bo perwerde û tenduristiyê bên xerckirin û bangî rêxistinên navneteweyî jî kir ku bêtir hesas bin û ji bo ku kêmasiya di mijara perwerdeyê de pêk bînin seferberiyê bikin.
Yekîtiya Ewropayê ji bo ku ji penaberên sûriyeyê re bê bikaranîn dê 3 milyar euro bişanda Tirkiyeyê lê Îtalya mixalefetî vê yekê dike. Çavuşoglu li ser pirseke der barê vê yekê de got ku ev mijara navxweyî ya YEyê ye.
Çavuşoglu diyar kir ew arîkariyên ku tên dê nekevin xezîneya Tirkiyeyê û dê ji bo projeyên ji bo penaberên iraqî û sûriyeyî bên bikaranîn û wiha axivî: "Rast nîne ku Îtalya ji ber mijara di navbera xwe û YEyê de vê asteng bike. Divê mijarên mirovahiyê nekin mijarên siyasî."