ANKARA
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç derbarê belgeyên sûcê şer ên li Sûriyeyê de got: "Ev belge belgeyên gelek girîng in ku hemû hovîtî û bêrehmiya cinayetên ku ev 3 sal in li Sûriyeyê tên kirin, derdixînin holê."
Arinç piştî bernameya diyarkirina namzedên şarederiyê yên 13 navçeyan a li Navenda Giştî ya AK Partiyê, bersiva pirsên rojnamevanan ên derbarê rojevê de dan.
Rojnamevanekî/ê bi bîr xist ku wêneyên nîşan didin ku li Sûriyeyê îşkenceya sîstematîk tê kirin û rapora derbarê vê yekê de ya ku ji aliyê komîsyonekê ve hat amadekirin, hat weşandin. Arîkarê Serokwezîr Arinç li ser vê yekê wiha axivî:
"Duh êvarê, ne li Tirkiyeyê tenê, ajansên girîng ên li çar aliyê cîhanê jî bi wêneyan îspat kirin ku li Sûriyeyê qirkirin û sûcên mirovahiyê tên kirin û vê yekê jî gelekî deng da. A rast min bi bêhemdî li wêneyan nihêrî, pişt re min nekarî ku li hemûyan binihêrim. Ev belge belgeyên gelek girîng in ku hemû hovîtî û bêrehmiya cinayetên ku ev 3 sal in li Sûriyeyê tên kirin, derdixînin holê."