Fatih Gazioğlu
19 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2018
ANKARA
Îro milyonek û 446 û 409 hezar xwendekarên pêşdibistanê, 10 milyon û 657 hezar û 534 xwendekarên dibistana seretayî, 5 milyon û 849 hezar û 970 xwendekarên lîseyê bi tevahî 17 milyon û 973 hezar û 913 xwendekar wê karnameyên xwe bistînin.
Xwendekar wê 2 hefteyan bêhna xwe vekin.
Heyama duyemîn ya perwerdeya heyama 2017-2018an wê 5ê sibatê roja duşemê dest pê bike û 8 hezîranê roja înê jî biqede.
Piştî tetîla ku wê bi qasî sê meh û nîvekî bikşîne heyama perwerdeyê ya 2018-2019an di 17yê îlona sala 2018an de roja duşemê dest pê bike.