Fatma Sevinç Çetin
21 Tebax 2024•Rojanekirin: 26 Tebax 2024
Kabîneya Serokomariyê bi serektiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê 25ê tebaxê li Ahlata navçeya Bîdlisê bicive.
Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya civakî da wiha got:
Serokomarê me cenabê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya çalakiyên 953yemîn salyada Serfiraziya Malazgirtê da 25-26ê Tebaxê serdana Malazgirt û Ahlatê bike. Bi vê boneyê ewê serektiya Civîna Kabineya Serokomariyê ya ku biryar e 25ê Tebaxê roja yekşembê li Kulliyeya Serokomariyê ya li Ahlatê bê kirin, bike."