Polîtîka

Ji Trump daxuyaniya "vekişandina eskeran"

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê diyar kir ku ji bakurê Sûriyeyê herêma dibe ku Tirkiye operasyonê bibe ser 50 eskerên Amerîkayê vekişandin

Haydar Şahin  | 08.10.2019 - Rojanekırın : 09.10.2019
Ji Trump daxuyaniya "vekişandina eskeran"

Washington DC

 Donald Trumpê Serokê Amerîkayê diyar kir ku ji bakurê Sûriyeyê herêma dibe ku Tirkiye operasyonê bibe ser 50 eskerên Amerîkayê vekişandin.

Trump bi rayedarên eskerî yên payebilind ra li Qesra Sipî civiya û piştî civînê daxuyaniya li ser biryara Sûriyeyê da rojnamevanan.

Trump diyar kir ku Amerîkayê ji ya lazim dike zêdetir li Sûriyeyê ma û got, "Li vê herêmê (Li bakurê Sûriyeyê herêma Trikiyeyê operasyonê bibe ser) 50 esker hebûn û ew kes hatin vekişandin."

Trump bal kişand ku Amerîka DEAŞiyên li Sûriyeyê û malbatên wan nikare demeke dirêj di destê xwe da bigre û wiha axivî: "Lewra di heman demê da dibê baweriya xwe bi welatên Ewropayê bînin. Ji bo çavên wan li ser şervanên DEAŞê bibe dibê baweriya xwe bi Îran, Iraq, Tirkiye, Sûriye, Rûsya û hin welatan bînin."

- Biryara ji bo Sûriyeyê ya Trump

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Trump pêr bi şev bi têlefonê axivîbûn.

Qesra Sipî ber destê sibê di daxuyaniya xwe da gotibû, "Tirkiyeyê di demeke nêz da ji bo operasyona demeke dirêj e pîlan dike bibe ser bakurê Sûriyeyê tevbigere. Hêzên Çekdar ên Amerîkayê ew ê piştgiriyê nedin vê operasyonê an jî tevlî vê operasyonê nebin."

Trump li ser Twitterê jî got, "Kurdan tevî me şer kir lêbelê ji bo vê me perekî zêde û teçhîzat dan wan. (Kurd) Bi salan e li dijî Tirkiyeyê şer dikin. Min 3 salan pêşî li vî şerî birî lêbelê êdî dema wê hat ku em ji van şerên bêmene yên sedema wan piranî ji eşîran çêdibe, dawiya wan nayê dûr bikevin û eskerên xwe vegerînin malên wan."

- Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Min ji Erdogan ra got ku ez hêvî dikim ku dê (li Sûriyeyê) bi rêz û siyanet li hemberî herkesî tevbigere."

Trump berî hevdîtina xwe ya li gel serbazên pilebilind a li Qesra Spî, li ser biryara xwe ya Sûriyeyê daxuyanî da rojnamegeran.

Li ser pirsa ka gelo ji bo biryara wî ya Sûriyeyê, peywirdarên eskerî erêkirin danê an na, Trump wiha axivî, "Divê em însanên xwe bînin malê. Em li wê derê şer nakin, em polîstiyê dikin."

Trump ji xeynî vê, ji bo axaftina xwe ya ligel Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a li ser têlefonê jî wiha got, "Min ji Erdogan ra got ku ez hêvî dikim ku dê (li Sûriyeyê) bi rêz û siyanet li hemberî herkesî tevbigere."

Piştî civînê Trump ji rojnamegeran pirs wernegirtin.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.