Önder Beyter
08 Nîsan 2018•Rojanekirin: 08 Nîsan 2018
ANKARA
Tirkiyeyê der barê êrîşa ku duh li Almanyayê pêk hat û di encamê da 3 kes hatin kuştin da peyameke serxweşiyê weşand.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da wiha hat gotin, "Em ji bo kesên ku di êrîşa menfûr a li bajarê Munster ê Almanyayê da xizmên wan hatin kuştin sebr û serxweşiyê, ji bo birîndaran jî şifayê dixwazin. Em di vê roja wan a dijwar da ji bo Almanya û gelê Alman serxweşiyê dixwazin û hevxemê êşa wan in."
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya Almanyayê da hatibû destnîşankirin ku wesayîtekî bi ser peyarêyan ajot, di encamê da 3 kes hatin kuştin.
Berdevkê ewlekariya Munsterê Andreas Bode jî diyar kiribû ku ajokarê wesayîtê piştî bûyerê xwe kuşt.
Di nûçeyên çapemeniya wî welatî da hatibû îdiakirin ku ajokar Alman e û problemên wî yên psîkolojîk hene. Herwiha hatibû destnîşankirin ku wesayît li ser êrîşkarê Alman qeydkirî ye û polêsan jî li mala wî lêgerîna madeya teqemeniyê kiriye.