Abdullah Tel
24 Hezîran 2018•Rojanekirin: 24 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Ji sindoqa ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo Hilbijartina Serokomarî û Parlamenteriyê ya Heyama 27an lê ray avêt ji AK Partiyê ra 158 ray derket.
Encama sindoqa bi jimara 3275 a li Dibistana Navîn a Saffet Çebî ya li Uskudarê ya ku Erdogan lê dengê xwe dabû hat eşkerekirin.
Li sindoqê 385 hilbijêr qeydkirîne, 331ê wan dengê xwe dan, 3 ray jî vala derketin.
Ji sindoqên bo Hilbijartina Serokomarî û Parlamenteriyê ya Heyama 27an ji AK Partiyê ra 158, ji CHPyê ra 66, ji MHPyê ra 17, ji ÎYÎ Partiyê ra 35, ji Partiya Saadetê ra 8, ji HDPyê ra 36, ji Partiya Vatanê ra 3 û ji HUDA PARê ra jî rayek derket.
Di heman sindoqê da ji bo Tifaqa Cumhûr 2 û ji bo Tifaqa Miletê jî 2 ray hatinbûn dayîn.
Ji bo Hilbijartina Serokomariyê jî ji heman sindoqê ji Recep Tayyîp Erdogan ra 188, ji Muharrem Înce ra 103, ji Meral Akşenerê ra 23, ji Selahattîn Demirtaş ra 9, ji Temel Karamollaoglu ra 3 û ji Dogu Perinçek ra 3 ray derketibûn.