Polîtîka

Ji Qeterê bo Tirkiyeyê daxuyaniya piştevaniyê

Balyozê Qeterê yê li Enqereyê Salîm Mubarek Al Şafî: "Qeter wek heyama hewla derbeya sala 2016an ku bi ser neket di vê heyamê da jî wê li cem birayên xê yên Tirk be û ew yê ku hergav û ewilî bazdide alî gelê Tirk e."

Abdullah Tel  | 15.08.2018 - Rojanekırın : 16.08.2018
Ji Qeterê bo Tirkiyeyê daxuyaniya piştevaniyê

Ankara

ANKARA

Balyozê Qeterê yê li Enqereyê Salîm Mubarek Al Şafî got: "Qeter wek heyama hewla derbeya sala 2016an ku bi ser neket di vê heyamê da jî wê li cem birayên xê yên Tirk be û ew yê ku hergav û ewilî bazdide alî gelê Tirk e."

Balyoz Al Şafî ji ber êrîşên li hemberî lireyê Tirk ku bi kur tên kirin piştevaniya welatê xwe ya dide Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.

Balyoz di daxuyaniyê da got ku dewleta Qeterê di mijara piştevaniya dide Tirkiyeyê da tu carî teredut nekiriye û wiha pê da çû: "Qeter wek heyama hewla derbeya sala 2016an ku bi ser neket çawa li birayên xwe yên Tirk sekinî di vê heyamê da jî wê li cem birayên xê yên Tirk be û ew yê ku hergav û ewilî bazdide alî gelê Tirk e."

Al Şafî destnîşan kir ku herdu welêt jî ji bo berjewendiya gelên xwe di mijarên herêmî û navneteweyî da xwedî heman fikr û ramanê ne û rêveberiyên dewletê û têkîliyên di navbera gelan da jî dînamoya xurt a vê sekna sereke ye.

Balyozê Qeterê yê li Enqereyê Al Şafî got ku di 6ê tebaxê da wî bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ra hevdîtinek kir û jê ra got ku di dema gotûbêjên siyasî da ji bo qeyran zêde nebe mayê hewce dike wê Qeter bike.

Al Şafî got ku di vê operasyona aborî ya li ser Tirkiyeyê hat kirin da welatiyên Qeterê ji bo piştevaniyê bidin pereyê Tirkiyeyê bi 10an milyon dolarî lireyên Tirk sitendin.

Balyoz ragihand ku Tirkiye şirîkê stratejîk ê Qeterê ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.