17 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2017
BERLÎN
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê diyar kir ku îzna seredana leşkerên alman ên li Konyayê, nabe ku di navbera wan û Tirkiyeyê da bibe mijara bazara siyasî.
Serokwezîr Merkelê di hevpeyvîna xwe ya ligel televizyona yekemîn a Almanyayê ARDê da destnîşan kir ku ewê ji bo îzna seredana leşkerên alman ên li Konyayê, hevdîtinên xwe yên ligel Tirkiyeyê bidomînin.
Merkelê li ser pirsekê bal kişand ku di hevdîtinên wan ên dualî da der heqê kesên ku ji Almanyayê taleba penaberiyê dikin da daxwazek nehat îfadekirin û herwiha got ku ev mijar eleqeya xwe bi îzna seredanê ra tuneye.
Şansolyeya Almanyayê diyar kir ku dadgeh li daxwazên penaberiyê mêze dikin û herwiha ji bo pirsa, "Heger bixwazin vê yekê bikin bazareke siyasî, bersiva we dê çi be?" jî wiha xeber da, "Ez nizanim bê ka çavkaniyên we çi dibêjin. Lêbelê di hevdîtinên me da tiştekî bi vî rengî nehat rojevê. Heger tiştekî wiha biqewime jî emê eşkere red bikin."
Merkelê got ku mafê wan ê rewa ye ku parlementerên alman seredana leşkerên xwe bike û wiha dewam kir, "Ligel hikûmeta alman, NATOyê jî wê der heqê vê mijarê da bi Tirkiyeyê ra qise bike."