Bûrkay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) Mûsilê bi dest xist, li Iraqê hemû rewş dê biguhere û Iraqê perçe perçe bibe.
Bûrkay wiha axivî: "Piştî vê Iraq dê bibe sê perçeyan. An konfederasyoneke ku li jorê kurd, li rojhilatê erebên sunî, li jêrê erebên şiî, yan jî sê dewletên xweser dê ava bibin. Ji vê saetê şûn de erebên sunî û yên şiî tu carî dê nexwezin ku bi hev re bijîn. Kurd di vê rewşê de nikarin tiştekê bikin. Ji federasyonê re wefa nîşan dan. Lê hikûmeta Nûrî el-Malikî hin madeyên zagonê nexistin rewacê. Ji bo pêşeroja Kerkûkê referandum dê çêbûya, lê Malikî astengî derxist. Li gor zagonê para neftê ya ji sedî 17ê jî neda herêma Kurdistanê."
Bûrkay daxuyand ku DÎŞI piştî guherînên li Sûriyê û Iraqê derket holê û wiha axivî: "El Qaîde jî piştî guherînên li Efganistanê derketibû holê. Rojavayî bi taybetî jî Amerîkayê li dijî Yekîtiya Sowyetan piştgiriyê dabûn komên radîkal. Amerîkayê wê demê piştgirî dabû Talîbanê û bibû sedema derketina El Qaîdeyê. Pişt re Sowyet hilweşiya, li Efganistanê rejim guherî. Helbet di vê navberê de El Qaîdeyê jî li dijî rojavayê û Amerîkayê rewşekê pêk anî. Li Iraqê û Sûriyeyê jî piştî ku rewş guherî komên radîkal derketin holê. DÎŞI jî yek ji van koman e."
Bûrkay got ku Beasa Iraqê û hin eşîrên sunî piştgiriyê didin DÎŞIyê û wiha got: "Ji ber ku gelê sunî piştgiriyê da DÎŞIyê di demeke kurt de Mûsilê bi dest xist. Lewra suniyan desthilatiya xwe ya li Iraqê piştî rejima Seddam winda kirin û hikûmeta şiî ya Malikî re li hev nekirin. Pêşketina DÎŞIyê bi saya Beasê û komên sunî ye."
- "Ji bo ku ewlehiya xwe saxlem bigirin êrîşî balyozxaneyê kirin"
Bûrkay got ku di demên dawîn de Tirkiyeyê DÎŞIyê di nav lîsteya rêxistinên terorê de nîşan da, ji ber vê jî êrîşî balyozxaneyê kirin û xwestin ku Tirkiyeyê bitirsînin. Rêxistinê xwest ku heke operasyonek çêbe bi saya vê êrîşê dê ewlehiya xwe saxlem bigire.
Ji bo tevgera Tirkiyeyê ya li hember vê rewşê jî Bûrkay wiha got: "Tirkiye dema ku alîkarî hewce bike divê tevbigere. Wek şerê Sûriyeyê ya navxweyî bi lez alîgiriyê neke. Heke wisa tevnegere dê bikeve avzêlê."