ÎSTANBUL
Nivîskar Umît Firat: "PKKyê wisa hesab dikir ku wê bi şerê li bajaran berxwedan û alîkarî zêde bibe. Lê nebû, gel nexwest di nav şer û tundiyê da bijî û malên xwe terikandin."
Firat daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku kurdan berê jî bi rêya çekan xwest dewleteke cuda çêkin, lê bi ser neketin û wiha dewam kir: "Bi şerê çekdarî hêza wan tuneye ku ji vê dewletê veqetin û dewleteke serbixwe çêkin. Divê bi rêyên lihevkirinê encaman bi dest bixin."
Umît Firat destnîşan kir ku heger li holê bingeha lihevkirinê hebe û şensê helwesta ku bibêje "Ez li hev nakim û ez ê vê meseleyê bi çek û tundiyê çareser bikim" tuneye.
Firat diyar kir ku bi projeya jê ra digotin "Pêvajoya Çareseriyê" ji bo lihevkirinê bingehek çêbû û wiha pê da çû: "Di pêvajoya çareseriyê da gelek tişt xelet hatin kirin, lê dîsa jî şer tunebû. Rewşeke wiha di navbera 1999 û 2004an da jî çêbû. Lê ew heyam heyameke şikbar e. Lewra wê demê dewleta kûr Ocalan emiland û ji bo rewşa sikûnetê pêk anî. Dema ku pêwîstî çêbû cardin şer da destpêkirin. Yanê dibêjim sala 2004an PKKyê ne ji ber dînamîkên xwe ji ber ku dewleta kûr xwest dest bi teqandina çekan kir. Pêvajoya ku di destpêka 2013yan da dest pê kir bi înîsiyatîfa hikûmetê û bi îradeya sivîl çêbû. Lihevkirin çênebe jî bingehek hebû. Li Dolmabahçeyê lihevkirinek çênebû, lê bingehek hebû."
- "Di meseleya kurdan da aktorên din ketin dewrê"
Firat diyar kir ku di meseleya kurdan da aktorên din ketin dewrê û wiha xeberda: "PKK û nûnerên wê di rewşeke ku bi tena serê xwe biryar bidin û bibêjin 'Em li hev bikin û vê meseleyê çareser bikin' nînin. Aktorên herêmî û kurewî di dewrê da ne. Sûriye û Iraq tevlihev e. Îran dixwaze li herêmê bibe aktorekî mezin. Li Ewropayê yên ku dixwazin tesîrê li Tirkiyeyê bikin, dixwazin karta kurdan di destê wan da be. Helbet Rûsya di dewrê da ye. Heta ku rewş wiha be hûn heta bibêjin em li hev bikin jî çênabe. Di nav rayedarên PKKyê yên li Qendîlê da ez ji bo hemûyan nebêjim lê wek mînak ekîba Cemil Bayik û Duran Kalkan daxwazeke wan a ku li Tirkiyeyê bi rêyên demokratîk guherîn çêbe, tuneye."
Firat diyar kir ku PKKyê ji ber fikra ku "Em ê daxwazên xwe bidin qebûlkirin" cardin tundî zêde kirin û wiha dewam kir: "Lê herî zêde îstiqrara herêmê xera bû. Kurdan wenda kir û zirareke mezin dîtin."
- "Gel piştgiriyê neda tundiyê
Umît Firat destnîşan kir ku PKKyê hesab nekir li Cizîr, Silop, Nîsêbîn, Gever, Farqîn, Dargeçit û Hezexê ku herî zêde ray sitendiye wê di piştî xendekan encamên çawa derkevin û wiha axivî: "PKKyê wisa hesab dikir ku wê bi şerê li bajaran berxwedan û alîkarî zêde bibe. Lê nebû, gel nexwest di nav şer û tundiyê da bijî û malên xwe terikandin. Gotin wê rewşa li Sûriyeyê çebe, lê hesab negirt. Hesabê PKKyê yê ji bo 'şerê bajaran' negirt."
Firat got, "Maliyeta siyasetê hendekê ya herî mezin mirina însanan e" û wiha pê da çû:
"Rêxistineke ku dewlet û hikumetê wek zorbedar nîşan dide û ji xwe ra dibêje "Tevgera Azadiya Kurda" ji bo ku ji xwe ra statuyekê bi dest bixe şer da destpêkirin. Di encama şerên hendekê û bûyerên tundiyê yên ku ev 10 meh e dewam dikin da bi sedan însan mirin. Mîrata kurdan û bajarên wan xirab bûn û tu carî meriv nikare wan paşda bîne. Dibê ev li navenda bajaran nehata kirin. Meriv ji hermêmê revîn. PKKê bi tevgerê va dîsa leşker di herêmê da bi cî kir. Siyaseta legal a kurdan tu tiştek bi dest nexist."
- "Xwepêşandana PKKê ya li Meclisê şaş bû"
Firat diyar kir ku parlementerên HDPyî di korîdorên meclisê da slogana Abdullah Ocalan avêtin û ev tiştekî şaş bû û wiha axivî: "Piraniya van kesan ji xêncî protesto û tezahuratê tu tiştekî nizanin. Piştî ku li wê parlementoyê sonda xwarin dema sloganan bavêjin û sirûdên kurmancî bixwînin tu meneya wê tune. Ewa hewla li meclisê xwepêşandana PKK bû. Dibe ku li gor qanûnan hin tişt nû nebin lê belê di jiyanê da helwestên şaş û rast hene. Hin rêvebir û nûnerên HDPyî, belê sûc nîne lê bi hin helwest û tevgerên xwe va rakêşiyê zêde dikin. Wek mînak, parlementerek ku here serxweşiya terorîstekî ku bi qesta xwe bûye sedema mirina gelek mirovan ev sûc nîne lê belê rast jî nîne. Wek wê Hevseroka Partiyê radibe dibêje me pişta xwe kutaye PYD û YPGê, ev sûc nîne lê belê xwenezanî ye, şaş e."
Firat got ku helwesta siyaseta HDPe ya ku ji bo "tirkiyeyîbûnê" hewl dide ji serî da rast nedidît û wiha pê da çû:
"Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Iraqê (PDK) heye. PDK partiya kurdên li Iraqê ye. Çima partiya kurdên li Tirkiyeyê jî tunebe? Hûn mecbûr in ku kesên kurd nînin jî hildin ba xwe û partiya ava bikin? Heke bernameyeke we ya ji bo çareserkirina hemî pirsgirêkên li welêt heye wê çaxê bi navên ku hewce nakin va dernekevin rastê. Hin kesên ku di nav civakê da tu tiştekî wan tunin ên çepgirên radîkal hildan nav partiyê û rabûn jê ra dibêjin "partiya Tirkiyeyê". Ev rast nîne."
- "Tişta ku jê dihat hêvîkirin, nebû"
Firat got hêvî ew bû ku HDP mesafeyê têxe nav xwe û çalakiyên çekdarî lê belê li berevajiyê vê tev geriya û axaftina xwe wiha domand: "HDPe ya ku ji sedî 13 rey sitandibû û xwe îspat kiribû ku dikare xwe bi rêva bibe dibê bangî PKK/KCKê bikira ku dev ji çekan berdin. Tişta ku kirin bi tenê gotin bira operasyon bên sekinandin û dîsa dest bi mizakereyan bikin. Dîsa di vê mijarê da dibê li aliyê çareserkirinê bisekinîna lê belê xwe xistin terefê problemê. Di siyasetê da tişta ku ji HDPê hat hêvîkirin nebû û di vê mijarê da serkeftî nebû."
news_share_descriptionsubscription_contact


