Mücahit Oktay
23 Sibat 2025•Rojanekirin: 24 Sibat 2025
Serokê Amerîkayê Donald Trump der heqê şerê Rûsya-Ukraynayê da got ku wî bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn ra xeberda û divê şer bi dawî bibe.
Trump li paytext Washingtonê di çalakiya bi navê Konferansa Çalakiya Siyasî ya Mihafezeker (CPAC) ya 2025an da ji dengdêrên Komarî ra fealiyetên xwe yên di nav mehekê da ragihandin.
Trump bal kişand ku şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê da divê bidawî bibe û wiha got, "Min bi Serok Putîn ra xeberda û bi min divê ev kar bi dawî bibe."
Trump di axaftina xwe da destnîşan kir, di şer da yê ku qedera 3 salan e dewam dike, Amerîkayê ji bo Ukraynayê 350 milyar dolar xerc kir û bi qesda Serokê Amerîkayê yê berê Joe Biden got, "Lewra serok û rêveberiyeke ehmeq û nezan hebû."
Trump diyar kir ku hindik maye ew bi Ukraynayê ra peymanekê pêk bînin û qewimînên heta niha jî "rewşeke tirsnak" e û her wiha daxwazên Amerîkayê yên ji rêveberiya Kîevê wiha dan rêzê, "Em mîneralên biqîmet û petrolê dixwazin, em bikaribin çi peyda bikin."