04 Sibat 2018•Rojanekirin: 05 Sibat 2018
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag ragihand ku hejmara terorîstên ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da hatin berterefkirin 932 ye û wiha got, "Ev têkoşîn, têkoşîneke dûdirêj e û wê dewam bike."
Bozdag li ser weşana zindî ya CNN Turkê bersiv dan pirsan û rojev nirxand.
Bozdag ji bo hemû eskerên ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da şehîd bûn ji Xwedê rehmet, ji bo birîndaran jî şifa xwest û wiha got, "Ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê heya niha, yên duh jî tevda 13 şehîdên me çêbûn. 39 jî birîndarên me hene. Piraniya birîndaran, birîna wan sivik e. Di nava mensûbên ASAyê da jî 30 şehîd û 158 birîndar hene. Piraniya birîndarên li wir jî birîna wan sivik e."
Bozdag wiha dewam kir, "Heta niha 932 terorîst hatin berterefkirin. Amara dawîn ev e. Ev têkoşîn, têkoşîneke dûdirêj e û wê dewam bike. Çekên di destê terorîstan da pir girîng in. Amerîkayê 5 hezar TIR û 2 hezar balafirên kargoyê çek da PYD, YPG û terorîstên van û îro ev çek li qadê ne."
Li ser pirsa, gelo Operasyona Çiqlê Zeytûnê wê ji Operasyona Mertalê Feratê dûdirêjtir be an na, Bozdag bal kişand ku erdê Operasyona Mertalê Feratê û yê Operasyona Çiqlê Zeytûnê ji hev pir cuda ne.
Bozdag diyar kir ku devera ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê lê tê kirin, nêzîkî 1,5 qat ji devera Operasyona Mertalê Feratê mezintir e û wiha dewam kir:
"Tirkiye heya ku vê tehdîda terorê ya ku sînorê Tirkiyeyê, ewlekariya can û malê welatiyên ser sînor û yên cîranên li herêma Efrînê tehdîd dike ji navê nebe, heya ku rêxistinên terorê yên li herêma Efrînê û terorîstê dawîn neyên paqijkirin, ev operasyon wê dewam bike. Çiqas wext dewam bike, wê ewqas dewam bike. Armanca me ew e ku em vê yekê zûtir biqedînin. Amerîka jî tev da ji yên ku dibêjin 'Bira Tirkiye vê derê zûtirekî biqedîne' ra em dibêjin ku rêbaza vê yekê hêsan e. Divê piştgiriya xwe ya bo Tirkiyeyê zêdetir bikin. Alîkariya çekan a bo rêxistinên terorê PYD, YPGyê bi dawî bînin, çekên ku dane divê cardin ji wan bistînin û divê ji rêxistinên terorê ra jî bêjin 'Tirkiye mitefîqê min e, hûn nikarin li hemberî Tirkiyeyê çalakiyê bikin. Hûn niharin li hemberî Tirkiyeyê van çekan biemilînin û zû zû ji herêmê derkevin'. Heger ev yek pêk werin, wê demê têkoşîna me ya li vê derê jî wê zûtirekî bi dawî bibe."
Bozdag bal kişand ku Tirkiyeyê heta niha tu wextî Amerîka nexapandiye û wiha got, "Me ji rayedarên Amerîkayê ra got heger hûn van ji Efrînê dernexin, emê bikevin Efrînê, heger hûn van ji herêmê dernexin emê mîna Mertalê Feratê dest bi operasyonê bikin. Heger ev ji Minbicê dernekevin emê têkevin Minbicê, emê têkevin Rojhilatê Feratê. Ji ber hindê, heger Minbic ji terorîstan neyê paqijkirin, Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê mecbûr e ku ji bo beqaya dewlet û miletê xwe, ji bo yekpareyiya xaka xwe, ji bo ewlekariya sînorê xwe, ji bo ewlekariya welatiyên xwe, ji bo ku ber serê me dewleteke terorê ava nebe, vê yekê bike. Di vê mijarê da terciha Tirkiyeyê tuneye. Bira kes me mecbûr neke ku em gavên bi vî rengî bavêjin. Dema mecbûr dike jî êdî mafê wî tune ku bêje 'Tirkiyeyê çima ev gav avêtin'."
- "Em naxwazin ku em û Amerîka bên hemberî hev"
Ji bo pirsa, "Hûn rîskeke wisa mezin dibînin ku di mijara Minbicê da eskerên Amerîka û yên Tirkiyeyê bên hemberî hevdu?" Bozdag wiha axivî:
"Rayedarên Amerîkayê daxuyanî dan û gotin, 'Em û Tirkiye em nayên hemberî hev'. Em jî heman tiştî dibêjin. Em naxwazin çi li Minbicê, çi li rojhilatê Feratê û çi jî li ciyekî din bi Amerîkayê ra bên hemberî hevdu. Lêbelê mîna Tirkiyeyê divê Amerîka jî hesasiyetê nîşan bide. Heger eskerên Amerîkayî cilên terorîstan li xwe bikin, xwe mîna terorîstan bidin nîşan, êrîşî Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê bikin, wê demê tu şansê me nabîne ku em ji hev cuda bikin."