TBMM
Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek wiha got: "Ez kêfxweş im ku Birêz Mustafa Balbay hat tehliyekirin. Her çiqas dereng be jî, ez kêfxweş bûm. Hêvî dikim ku mexduriyeta kesên ku di demeke dirêj girtî mane dê ji holê bê rakirin."
Çiçek li ser pirsa nûçegîhanê AAyê di der barê Parlementerê CHPê yê Îzmirê Mustafa Balbay yê ku ji ber doza Ergenekonê hat tehliyekirin de axivî.
Serokê Meclîsê Çîçek wiha got: "Ez kêfxweş im ku birêz Mustafa Balbay hat tehliyekirin. Her çiqas dereng be jî, ez kêfxweş bûm. Hêvî dikim ku mexduriyeta kesên ku di demeke dirêj girtî mane dê ji holê bê rakirin."
"Tiştên ku min sê sal berê gotin niha pêk hatin"
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç jî di der barê tehliyekirina Balbay de wiha got: "Tiştên ku min sê sal berê gotin niha pêk hatin."
Arinç li ser pirsên di der barê tehliyekirina Balbay de wiha axivî: "Li ser xêrê be. Pîroz dikim. Çavê wî ronî be.Tiştên ku min sê sal berê gotin niha pêk hatin."
Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Hayatî Yazici jî wiha got: "Hêvî dikim ku li ser xêrê be."
Wezîrê Karên Navxweyî Muammer Guler jî diyar kir ku huquq dê biryara rastîn bide û got ku Dadgeha Makezagonê biryara dadgehê xistiye rewacê.