Haydar Şahin
02 Nîsan 2019•Rojanekirin: 03 Nîsan 2019
Omer Çelîk Berdevkê AK Partiyê got, "Em teqîbdarê hemû rayên avêtin sandiqan in. Bira her kes li raya xwe xwedî derkeve."
Çelîk li Navenda Giştî ya AK Partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û rojev nirxand.
Çelîk bal kişand ku rêjeya beşdarbûna hibijaritinê ji sedî 85 e û ev jî rêjeyeke girîng e, hemû kesên ku hilbijartin şopandin ji ber rêjeya beşdarbûnê kêfxweş bûn û ev jî nîşana demokrasiyê ye.
Çelîk got çavdêrên ji welatên biyanî hatibûn ji ber ku hêza demokrasiyê nîşan dide rêjeya beşdarbûnê baş nirxanidn û kêfxweş bûn.
Çelîk got ku li hin welatan ji ber rêjeya beşdabûna hilbijartinê niqaş derdikevin û wiha axivî: "Zêdebûna rêjeya beşdarbûnê jî bi tena serê xwe nîşan dide ku demokrasiyama me hêzdar e û welatiyên me li ser demokrasiyê ne. Em miletekî wisa ne ku ji bo hêzdarkirina demokrasiyê me bedeleke mezin daye."
Çelîk got Tirkiye bi saxlemî hilbijaritên dike û wiha axivî: "Di heman demê da welatekî wisa ne ku encama hilbijartinê bi zelalî tê eşkerekirin. Ji bo vê mekanîzmayên hêzdar hene."
Çelîk got dikarin ji bo dengên hatine betalkirin serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind bixin û wiha pê va çû:
"Rêyeke meşrû ye, kesên dixwazin dikarin ji LHByê ra îtiraz bikin. Li Enqere û Stenbolê nakokiya di navbera zabita encamê û tabloya encamê da em bi eşkeretî dibînin. Me jî ji bo çareserkirina vê serî lê da ev jî tiştekê normal e."