14 Adar 2017•Rojanekirin: 14 Adar 2017
SAMSUN
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: Karayilan dibêje ku 'Heke 'erê' qezenc bike, em xilas dibin'. Em yek bi yek gotinên PKKê yên ku li her derê ji mirovên xwe re wek telîmatê didin dişopînin, em kirinên wan jî dizanin. Jixwe hemû gelê me telîmat û kirinên şaxa wan a li Meclisê dişopîne. Ji bo 'na'yê xwe dikujin. Bi şaxên xwe yên li Ewropayê û yên li dinyayê re mil dane hevdu."
Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî: "Qet fikaran nekin. Hûn dibînin yên li ber Tirkiyeyê rabûn, xwestin îstiqrarê xirab bikin û gotin 'li vî welatî em li ku derê bixwazin em ê xweseriyê îlan bikin' ketin çi halî. Ev encam bi hêza me ya îro çêbû. Bi alîkariya hûn piştî 16ê nîsanê bidin em ê gavên mezin û girîngtir biavêjin bi hev ra."