ÎSTANBÛL
Serokwezîr Erdogan got ku perwerdeya bi zimanê zikmakî li dibistanên taybet bila bê kirin lê di dibistanên dewletê de ev perwerde ne mimkun e.
Li Îstanbûlê ji bo xizmeta gel 758 otobusên nû hatibûn kirîn. Ji bo ku ev otobus bikevin xizmetê merasîmek hat lidarxistin û Serokwezîr Erdogan jî beşdarî merasîmê bû.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li xeraja ÎETTyê ya Kayişdagiyê der barê hedefên xwe yên 2023an de agahî da û diyar kir ku di salvegera damezrandina 100emîn a komarê de Tirkiye dê bibe welatekî pir cuda.
Erdogan dest nîşan kir, hewl didin ku 76 milyon welatî dest bidin hev û ji bo pêşveçûna welatê xwe bixebitin. Bi Pakêta Demokratîkbûnê pêşî li perwerdehiya bi zimanê zikmakî hat vekirin û her wiha pêşî li dabeşkirina civakê hat girtin.
Erdogan wiha pê de çû: "Em her çi bikin ji bo pêşveçûna welatê xwe dikin. Ji bo biratiyê, komarê û welatiyan dikin. Em çi dibêjin, em dibêjin yek al, yek dewlet, yek netew, yek welat lê yek ziman na, zimanê fermî bila yek be lê zimanên din ên ku gel pê diaxive jî divê azad bin. Ji bo vê jî em rêz û hurmetê nîşanî ziman û ola her kesê didin. Dibistanên xwe yên taybet vekin û pewerdehiya bi zimanê zikmakî bikin. Lê ev tişt di dibistanên dewletê de nabe û zimanê fermî yek e."