ÎSTANBÛL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan berî çûna Slovenyayê, li wargeha Dewletê ya Rêhewaya Ataturkê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Serokomar Erdogan got ku der heqê sîstema serokatiyê de, bi Serokwezîr Davutoglu re hevdîtin kir û wiha axivî: "Ez bawer im ku dê fikrên xwe yên li ser pergala serokatiyê bi danezana hilbijartinê ragihînin."
Serokomar Erdogan got: "Ez hefteya borî bi birêz Serokwezîr re li ser van mijaran axivîm. Birêz Serokwezîr dîtina xwe ya der heqê sîstema serokatiyê de ku nivîsîbû, bi min re par ve kir. Ya rast bi berfirehî jî li ser mijarê sekiniye. Min jî li wir ev nivîs xwend. Min qenaete xwe ya ser mijarê jî ji rê got û ez bawer im ku di vê çarçoveyê de dê fikrên xwe yên li ser pergala serokatiyê bi danezana hilbijartinê ragihînin. Herwiha 'li wir dê qenaeta hikûmeta me ya der heqê sîstema serokatiyê ya partiya desthilatdar de çiye, li vir diyar bibe.' Ev geşedaneke erênî ye."
-Biryarê em didin
Erdogan li ser pirsa rojnamegerekî ya " We der heqê hebûna Îranê ya li Yemenê de daxuyanî da û rêvebiriya Îranê jî li hemberî vê daxuyaniyê bertek nîşan da. Piştî vê daxuyaniyê hat gotin ku we jî ziyareta xwe ya Îraqê taloq kiriye. Gelo di bernameya we de guherîn çêbûn, hûn der barê vê mijarê de çi difikirin?" wiha got: "Yên ku biryara çûyîn an jî neçûnê didin em in. Niha bernameya me wek xwe ye, tu guherînîn çênebûne; lê em Yemenê jî dişopînin. Geşedanên li Yemenê ji bo me pir girîng in. Dibe ku gavên ku biryarên me bi wan bên guhertin, bên avêtin; lêbelê niha di bernameye de tu guhertin tunene."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, piştî daxuyaniyê bi "TÛR"a balafira taybet, di saet 10.25an de çû Slovenyayê.