18 Adar 2016•Rojanekirin: 18 Adar 2016
BRUKSEL
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: "Em ji bo hedefa hevpar dixebitin. Ez hêvî dikim ku bi îzna Xwedê di çarçoveyeke van hedefên bingehîn de emê li hev bikin. Di vê mijarê de hêvîdar im."
Serokwezîr Davutoglu dema ku ji bo beşdarî Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) bibe hat der barê rojevê de daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku di çar mehên dawîn de ji bo lûtkeya sêyemîn tên Brukselê û wiha dewam kir: "Hedefa me eşkere ye, di perspektîfa mirovahiyê de em dixwazin alîkariya penaberan bikin. Ji bilî vê jî em dixwazin têkiliyên di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê de xurt bibin û li ser bingehên saxlem bên avakirin. Em ji bo hedefa hevpar dixebitin. Ez hêvî dikim ku bi îzna Xwedê di çarçoveyeke van hedefên bingehîn di nav xwe de dihewîne em li hev bikin. Di vê mijarê de hêvîdar im."
"Ev yek him ji bo parzemîna me û him jî ji bo mirovahiyê wê bibe xebereke xweş"
Davutoglu destnîşan kir ku mijara penaberan ji bo Tirkiyeyê mijara bazirganiyê nîne, ev mijar mijarek e ku divê di çarçoveya nirxên navneteweyî û Ewropayê de bê nirxandin.