27 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Tu li geliyê Stenbolê mêze dikî ku avahiyên 5, 6, 7 qatî. Ev li ku derê ne? Li rêza pêşiyê. Çima? Ji ber ku helwesteke biryardar neyê nîşandan ev tişt çêdibin. Nika ji bo vê der barê geliyê Stenbolê da dibê qanûnek bê derxistin."
Serokomar Recep Tayyîo Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Beştepeyê di Şûreya Bajarvaniyê da xeberda.
Serokomar Erdogan der barê serdana Afrîkaya Rojhilat da wiha got: "Di heyama pêş da em ê zirara FETOyê ya li wir çareser bikin û him jî gavên teze û zexm bi hev ra biavêjin. Dibêjin 'Me ewqas texmîn nedikir.' Wexta me belge û her tişt da ber wan, gotin 'çi hewce dike em ê bikin'."
Erdogan diyar kir divê zagona gelî cardin bê nirxandin û wiha axivî: "Tu li geliyê Stenbolê mêze dikî ku avahiyên 5, 6, 7 qatî. Ev li ku derê ne? Li rêza pêşiyê. Çima? Ji ber ku helwesteke biryardar neyê nîşandan ev tişt çêdibin. Nika ji bo vê der barê geliyê Stenbolê da dibê qanûnek bê derxistin. Ji bo vê dibê Wezareta Hewirdor û Bajarvaniyê gaveke bi biryar biavêje, hikûmeta me gevekê biavêje. Ez nabêjim vê sifir bikin. Ez dixwazim li gelî avahî jî bên çêkirin. Avahiyên xiran bên hilşandin û yên temîz bên çêkirin lê belê wek gotina min bira qanûna bingehîn a vê hebe. Heke em qanûna bingehîn a vê çêkin meseleyê jî xilas bibe."