Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di civîna ligel mixtaran a li Qesra Serokomariyê de diyar kir ku li Tirkiyeyê têgeha pirsgirêka Kurdan êdî ji rewacê ketiye.
Erdogan destnîşan kir piştî ku hebûna pirsgirêkan hat qebûlkirin û pê re hewla çareseriyê jî derket holê û wiha xeberda:
"Piştî ku dewletê pirsgirêk qebûl kirin û ji bo çareseriyê dest hewildanê kir, wateya têgeha pirsgirêka kurdan nema. Wexta ku min got 'pirsgirêka kurdan tuneye', ev gotin şaş hat fêmkirin û li gor xwe şîrove kirin. Lêbelê gotina min eşkere ye. Li Tirkiyeyê êdî pirsgirêka kurdan tuneye, pirsgirêkên birayên min ên kurd hene. Tu dibê qey li Tirkiyeyê ji bilî pirsgirêka kurdan pirsgirêkeke din tuneye. Hemû alî radibin û rûdinên li ser vê meseleyê dipeyivin. Ev hewl nîşan dide ku dixwazin vî welatî perçe bikin. Ev cudaxwazî ye. Ev nuanseke zehf gîrîng e. Nêrîna me ya ji bo birayên me yên kurd, ji bo pirsgirêka birayên me yên kurd 40 sal berê çibû, îro jî wisa ye. Hûn nikarin di me de tu şkestinan bibînin, hûn nikarin bibînin ku îstiqameta me xwar bûye. Me ku 40 sal, 30 sal û 13 sal berê çi gotibe, em îro jî heman tiştî dibêjin."
"Dê ji siya çekan bifilitin"
Erdogan got ku têkoşîna wan a avakirina biratiyê ya bi pêvajoya çareseriyê dê bidome û wiha dewam kir: "Niha dibêjin, 'bila çek bên daynîn.' Ev îfadeyeke zehf xweş e, di Newroza par de jî heman tişt hatibûn gotibûn. Gelo çi bû? Em ê li encamê binêrin, heta mirov encamê nebîne nikare bi van gotinan bawer bike. Ji ber vê yekê divê em pêşî encamê bibînin."
Erdogan balkişand ku ew biryardar in ku pêvajoya çareseriyê bibin serî û wiha pê de çû:
"Çi dibe bila bibe, heke ku em bi serê xwe jî bimînin, emê heta dawiya emrê xwe ji bo avakirina biratiyê ku me wekî Pêvajoya Çareseriyê formule kiriye, têbikoşin. Lê em ê destûre nedin tu kesî ku birayên min ên kurd jehrî bike, li bal wan meşrûtiyê bi dest bixe û bi awayekî neheq bibe mixatabê birayên me yên kurd. Di bin siya çekan de aşitî çênabe. Piştî ku çendîn caran soz hatin binpêkirin, pêbawerî tehrîb bû, heta em gavên berbiçav nebînin, em nikarin pêş de herin."
Erdogan der heqê rexneyên ku di warê pêvajoya çareseriyê de ji bo wî tên kirin de wiha got: "Aniha jî rabûne, şerm nakin û tezvîratê dikin û dibêjin 'Serokomar li dijî çareseriyê ye'. Vegere li 12 salên çûyî binihêre, tu yê bibînî ka Serokomar ligel çareseriyê ye an li dijî çareseriyê ye."
"Em bi xelkê xwe bawer bûn û wisa derketin ser rê"
Erdogan diyar kir ku tevî hemû neyênî û hewlên xêrnexwaz pêvajoya çareseriyê didome û wiha xeberda:
"Çi tirk û çi kurd em bi xelkê xwe bawer bûn û wisa derketin ser rê. Emê dîsa ligel gelê xwe bimeşin û bereksê çekan û bereksê wan kesên ku di siya çekan de siyasetê dikin, emê vê meseleyê hel bikin. Ez eşkere dibijim, heger Pêvajoya Çareseriyê derketibe van rojan, bi bereksê wan hatiye van rojan, bi bereksê nûnerên wan gihîştiye vê qonaxê. Heger ez rexne dikim, ez ji bo welat, milet, çareserî, biratî û aşitiyê dikim. Derdê me heye. Derd merivan diaxivîne."
Erdogan wiha got, "Hin kes derketine, çi dibêjin: 'Êdî tu mirovekî tenê yî, li cem te kes tune.' Ev zahf belengaz in. Ez serokê cumhûr im. Ez serokê vî miletî me. Gotineke xweş a mezinên me heye, 'Xwe bizanibe, hedê xwe bizanibe, aslê xwe bizanibe.' Lêbelê di van de ji van yek jî tuneye."