Ekip
31 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 01 Mijdar 2017
TBMM
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê deriyên sînorî de got: "Deriyê sînorî ji serê vê sibê va teslîmî Hikûmeta Iraqê ya Navend hat kirin. Ji vir pê va hemû hatin û çûn û kontol wê ji aliyê hikûmeta Iraqê va bên kirin. Li aliyê Xabûrê xebatkarên me wê wezîfeyê bikin, li aliyê Deriyê Sînorî Îbrahîm Xelîl jî wê xebatkarên ku ji Bexdayê hatin wezîfeyê bikin."
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim di civîna koma meclisê ya AK Partiyê da axivî.
Yildirim der barê bûyerên li Herêma Kurdistanê û referandûmê de nirxandin kir û wiha axivî:
"Me got referandûma nemeşrû xelet e, guh nedan me. Di dawiyê de çi bû? Me got, "ev referandûm vala ye, em nas nakin. Ji bo me Destûra Iraqê derbas dibe, muxatebê me rêveberiya Iraqê ye. Divê hemû deriyên sînorî û balafirgeh di kontrola rêveberiya navendî de bin. Li gor Destûra Iraqê divê yekparçeyiya Iraqê û serweriya wê neyê texrîbkirin. Yên ev referandûm kirin lazim e berdêla vê bidin." Me got 'ev îdî nikarin li wir rêveberiyê bikin'. Çi bû? Mecbûr man dest ji kar bikişînin. Deriyê sînorî, ji serê sibehê pê ve teslîmî Hikûmeta Navendî ya Iraqê hat kirin. Ji vir û pê de hemû kontrolên di derbasbûna Xabûrê de wê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve werin kirin. Li Xabûrê wê wezîfedarên me û li aliyê Îbrahîm Xelîl jî dê wezîfedarên ji Bexdayê hatine hebin. Bi vî awayî tiştên me ji serî ve behs dikirin derketin."
Yildirim herwiha zêdetir agahî dan:
"Pêştir birêz Îbadî hat vir. Me li ser van mijaran xeber da, piştî vegeriya hema dest bi xebatan kir, halê hazir Deriyê Sînorî Xabûr teslîmî berpirsên Iraqê hat kirin. Ev guzergaha mewcûd ya ji Zaxo, Duhok û Hewlêrê diçe Kerkûkê dê bidome. Di demeke nêzîk de dîsa emê korîdoreke ji Zummar û Telaferê diçe jî bixin fealiyetê. Emê xebata vê jî bi hikûmeta Iraqê re bimeşînin. Di karûbarê dewr û teslîmê de tu nexweşî rû nedaye û hemû tişt bi sikûnet û xweşiyê encam daye. Ji vir pê de li aliyê din ê sînor kontrolên serê gavê yên nemeşrû, bacên nemeşrû dê ji holê rabin. Wesayitên me yên ji sînor derbas bibin dê heta Bexdayê, Besrayê herin, ticareta xwe bikin. Yên di navê de îstîfade dikirin jî dê ji holê rabin. Ev di heman demê de ji bo zêdebûna ticareta me bi Iraqê re jî îmkanekî baş pêşkêş dike."