19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê Hereketa Mertalê Feratê da got: "Herekata dorpêçkirinê ya li El Babê bihêztir berdewam dike û DEAŞ êdî direve. Têkoşîna dijî PYD, YPGyê jî bi biryardarî dewam dike û wê bi heman şiklî dewam bike jî. Lewra çiqas hêz û komên ku gefan li me dixwun hene em ê ji wan herêman paqij bikin. Ez her tim çi dibêjim, ez dibêjim 'herêmên ji terorê hatine paqijkirin.' Ev mafê me ye."
Serokomar Erdogan di 35emîn Civîna Muxtaran da qala meseleyên girîng ên di rojevê da ne kir û diyar kir ku azadî ew e meriv jiyaneke birûmet bide însanan û wiha pê da çû: "Em têkoşîna vê didin. Ezadî ji Pireya Yavuz Sultan Selim, Marmaray, Tunêla Avrasyayê û Pireya Osman Gazî derbas dibe. Azadî ji Pireya Çanakkaleyê û balafirgeha yekemîn derbas dibe."
Serokomar Erdogan diyar kir ku bi hişmendiya qelandina koka rêxistina terorê têkoşîna xwe berdewam dikin û wiha got: "Em ê bi prensîba yê ku li bal Tirkiyeyê nîne li hemberê wê ye têkoşînê dorfirehtir bikin û bidomînin. Em ê bersiva yên ku dixwazin me biçewisînin bi bilindtirkirina alaya xwe, bi bilintir û xurttirkirina banga mele, bi xurttirkirina yekîtî û bihevrabûna xwe bidin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku piştî hewla derbeyê ya 15ê Tîmehê di operasyonên li dijî FETOyê da 43 hezar kes hatin girtin û 95 hezar kes ji kamuyê hatin îxrackirin û wiha got: "Li dijî dewletekê bêbextî tê kirin û yên bêbext wê di nav dewletê da cî bigirin, di tevgera îhyayê û jinûvaavakirinê da wê mîkrop, vîrus û bêbextî cî bigirin. Tiştekî wiha nabe. Ev paqijkirin hê neqediyaye. Hê karê me zehf e. Wê dawî lê were. Heta neqede nabe."
Ji axaftina Serokomar Erdogan hin sernavên ku derketin pêş ev in:
"Bi rastî operasyona Babê dibe di kurtedemekê da bidawî be, lê em bi wan sedemên ku li paş derengîketina operasyonê ne, baş beled in.
Me tenê di têkoşîna li hemberî rêxistina terorê ya cihêxwaz de di nav sal û nîvê dawîn de, 871 esker, polês û gundparêzên xwe, 337 welatiyên xwe yên sivîl şehîd kir. Digel vê yekê nêzî 10 hezarî terorîst hatin berterefkirin, nêzî 12 hezarî terorîst û piştgirên wî hatin girtin. Lê belê evana êşa şehîdan ya dilê me de sivik nakin.
Emê îznê nedin kesî ku werin li welatê me û me bi teror, aborî û çeteyên îxanetê va biêşînin. Me biryar heye ku kana gefê li ku be, emê biçin wir û emê li wir serê mar bipelixînin, vê wiha bizanibin."