23 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
ANKARA
"Civîna Nirxandina Ewlehiyê" ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan serokatiya wê kir, kuta bû.
Civîn li Kuliyeya Serokomariyê bêyî çapemeniyê hat kirin û saetek û 15 deqeyan kişand.
Serokwezîr Bînalî Yildirim, Alîkarên Serokwezîr Bekir Bozdag û Recep Akdag, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Nurettîn Canîklî, Sererkan Orgeneral Hulusî Akar, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan, Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Fahrî Kasirga, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Misteşarê Serokwezîriyê Fuat Oktay jî beşdarî civînê bûn.
Di civînê da rojev Operasyona Çiqlê Zeytûnê bû ku Artêşa Tirkiyeyê li Efrîna herêma Sûriyeyê dike û rayedaran agahî dan Serokomar Erdogan.