Önder Beyter
08 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2019
ANKARA
Berdevkê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Garrett Marquis ragihand ku Şêwirmendê Konseya Ewlekariya Neteweyî John Bolton û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin der heqê biryara Amerîkayê ya vekişîna bi lezeke guncan a ji Sûriyeyê da hevdîtineke mefadar kirin.
Berdevkê Konseya Ewlekariya Neteweyî Marquis der heqê hevdîtinan da daxuyanî da rojnamegerên Amerîkayî ku ligel Bolton hatine Tirkiyeyê.
Marquis destnîşan kir ku Bolton ji ber hevdîtina ligel Îbrahîm Kalin xweşhal e û wiha dewam kir, "Bolton û Îbrahîm Kalin li ser biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna bi lezeke guncan a ji rojhilatê bakurê Sûriyeyê, hevdîtineke mefadar kirin."
Garrett Marquis diyar kir ku rêveberiya Amerîkayê li benda wan îstişareyan e ku esker dê li ser mijara hevkariya li Sûriyeyê da îro pêk bînin.
Hevdîtina heyeta Tirk ku serokê wê Îbrahîm Kalin e û heyeta Amerîkayê ku serokê wê jî John Bolton e ku li Kuliyeya Serokomariyê hat kirin, 2 saet 10 deqîqe ajot.
Di heyeta Tirk da Alîkarê Wezîrê Karên Derva Sedat Onal, Alîkarê Wezîrê Parastina Neteweyî Yunus Emre Karaosmanoglu, Alîkarê Serokê MÎTê Cemalettîn Çelîk û berpirsên mayîn hebûn. Herwiha di heyeta Amerîkayê da jî Sererkan Joseph Dunford, Nûnerê Taybet ê Hevpeymana Kurewî James Jeffrey û berpirsên din amade bûn.