Zafer Fatih Beyaz
04 Tebax 2023•Rojanekirin: 05 Tebax 2023
Bernameyên Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên li nav welêt û dervayî welêt dewam dikin û teşkîlatên AK Partiyê jî ji nû va dest bi "Hevdîtinên Bajaran" ên ku di çarçoveya xebatên sehayê da tên meşandin, kirin.
Li gor daxuyaniya ji Navenda Giştî ya AK Partiyê teşkîlatên bajar û navçeyan ên ku heyama havînê xebateke giran a sehayê kirin Hevdîtinên Bajaran ên ku "guh didin welatiyan, meyla gel tê girtin" li dar bixe.
Di çarçoveya xebatê da bi beşdariya wezîr, endamên MKYKyê û parlamanteran va ji hêla teşkîlatên 81 bajar, 922 navçeyan va dê bername bên lidarxistin û di bernameya da berhem û xizmetên AK Partiyê yên di 21 salan da bên qisekirin, guh bidin daxwaz û hêviyên ji çar aliyê welêt.
Di çarçoveya xebatên ku dê siyaseta AK Partiyê bê qisekirin da dê esnaf û kargeh bên ziyaretkirin, bi rîspî û saziyên civakî yên sivîl ra civîn bên kirin. Di çarçoveya bernameyan da malbatên astengdaran û îxtiyaran, şehîd û xaziyan bê ziyaretkirin û behsa Sala 100emîn a Komarê bê kirin.
Di vê çarçoveyê da civîna ewil dê îro li Artvînê bê kirin.