Mehmet Tosun
03 Tebax 2023•Rojanekirin: 03 Tebax 2023
Serokên Edene, Bîngol, Bidlîs, Çankiri, Hekarî û Şanliurfayê yên AK Partiyê hatin guherandin.
Serokatiya Teşkîlata AK Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku wezîfedarkirina serokên bajaran bi telîmata Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan çêbû.
Di daxuyaniyê da hat gotin ji bo Serokatiya Bajêr ya Edeneyê Ozan Gulaçti, ji bo Serokatiya Bajêr ya Bîngolê Yilmaz Seven, ji bo Serokatiya Bajêr ya Bidlîsê Kadîr Kostekçî, ji bo Serokatiya Bajêr ya Çankiriyê Koray Erdogan, ji bo Serokatiya Bajêr ya Hekariyê Zeydîn Karayê bi welaketê wezîfedar e, ji bo Serokatiya Bajêr ya Şanliurfayê jî Alî Îhsan Delîogluyê bi wekaletê wezîfedar e hatin tayînkirin.
Hat gotin ji bo xebatên wan ên heta niha ew spasiya serokên bajaran yên berê dikin û ji bo serokên nû jî serkeftinê dixwazin.