İbrahim Atmaca
20 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2018
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Di vê heyama ku zextên dijî Îranê ku em neheq dibînin, zêde bûne da em ê ligel gelê bira ê Îranê bin."
"Em nahêlin tu rêxistinên ku îstiqrar û ewlehiya welat û herêma me ji xwe re dikine hedef li van deran bijîn. Di vê mijarê da em ê hevkariya bi Îranê ra zêde bikin. Ji bo berterefkirina hedefên me yên hevpar em bi biryar in."
"Biryara tengavkirinên dijî Îranê yên Amerîkayê ewlehî û îstiqrara herêmê dixe talûkeyê, ez cardin dibêjim ku em piştgiriyê nadin van."
"Mueyîdeyên Amerîkayê yên dijî Îranê îstiqrar û ewlehiya herêmê dixin xetereyê. Ez careke din bibêjim, em Tirkiye piştgiriyê nadin van biryaran."
Serokomarê Îranê Ruhanî: "Di mijara parastina yekparetiya axa Sûriyeyê da em û Tirkiye wek hevdu difikirin."