Arinç got ku xayîn û nemerdek derket ser dîrekê û alaya Tirk ji cihê wê kir û şûnde dest û çepilên xwe li ba kir û ji wir dûrket, lê ew kes hê jî nehatiye girtin û wiha pê de çû: "Hemû siyasetmedar, saziyên sivîl ên civakî, welatperwer û parêz, kesên ku xwe aîdê milet hîs dikin û kesên ku ji alayê re rêza wan heye ji ber vê bûyera nexweş, tengezar in û ev bûyer şermezarkirin û yek ji wan jî ez im."
- "Pevçûnên li Mûsilê"
Li ser pirseke der barê rûdanên li Mûsilê, Arinç destnîşan kir bûyerên ku li wir diqewimin mirov dixe nava gelek fikaran.
Arinç diyar kir ku pêşveçûn tên şopandin û her wiha Serokwezîrtî û Wezareta Karên Derve jî mijarê dişopînin û wiha destnîşan kir:
"Mixabin li Sûriyeya ku ev çar sal in qeyran didome Esed dixwaze cihê xwe saxlem bike û ji ber vê jî çavên xwe ji hin rêxistinan re digre û destûrê dide wan ku bikevin Sûriyeyê. Ji van hinek destegîrê rejîma Esed in, hinekê din jî ji ber meqsedên din çûne li wir. Hinek ji wan jî têkildarê el-Qaîdeyê ne. Ji van hin jî komên serbixwe yên tundraw in ku DÎŞI jî yek ji wan e. Aniha em bi keser dibînin ku hindik maye DÎŞI Mûsilê jî bike bin kontrola xwe."
Arinç balkişand ku li wir hevkêşeke bi pirkêşe diqewime û wiha pê de çû: "Tirkiye wê bi awayekê destûr nede ku Mûsil a ku hem Tirkman û hem jî gelê herêmê lê dijîn bikeve bin kontrola franksiyoneke tundraw û têkildarê El-Qaîdeyê."