2015 ж. 10 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 10 қараша
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Nûman Kurtulmuş got, "Hewce ye ku rêxistina terorê bi awayekî du rû tevnegere. Di destekî we de çekê hebe û di destê din de jî govendê hebe, tiştekî wiha nabe. Beriya her tiştî divê hemû çek werin çalkirin û beton di ser de were valakirin da ku êdî li Tirkiyeyê, li vî welatî ezîz ji xeynî hêzên meşrû yên dewletê tukes ranehêje çekan, ev şertê ewil e."
Kurtulmuş bal kişand ev civîna ku ew îdraq dikin, çaremîn civîna hikûmeta demkî ye û dibe ku bibe civîna dawîn jî.
Kurtulmuş destnîşan kir ku hilbijartina 1ê Mijdarê gelek serkeftî û aram derbas bû û wiha got: "Ev hilbijartin, di dîroka siyaseta Tirkiyeyê de yek ji wan hilbijartinan bû ku beşdarî gelek zêde bû. Welatiyan dît ku ewlekarî hatiye zexmkirin ji bo îstiqrarê jî di 1ê Mijdarê de tewecuhê sandoqan kirine. Em ji bo gihandina demokratîk spasdar in."
Nûman Kurtulmuş piştî daxuyaniya xwe bersiva pirsên mensûbên çapemeniyê da.
Kurtulmuş li ser pirsa, "Di nava hin şîroveyan de derbas dibe ku di heyama nû de di Pêvajoya Çareseriyê de HDP û Îmraliyê wekî muxatab neyê dîtin. Hûn ji bo van şîroveyan çi dibêjin?", wiha cewab da: "Li Tirkiyeyê pêvajoya terorê ya ku 37 sal e dewam dike, heye. Em çawa pênase bikin, em bikin, lê Pêvajoya Çareseriyê tiştekî din e, ev pêvajoya ku êdî em wekî Projeya Neteweyî ya Hevrabûn û Biratiyê bi nav dikin, ji bo Tirkiyeyê gelekî girîng e."
Kurtulmuş diyar kir ku di nava 37 salan da ji ser 40 hezarî mirov mirin, 7 hezar kes şehîd ket, tirîlyon nîvek zirara aboriyê ya Tirkiyeyê çêbû û wiha xeberda:
"Hewce ye ku ev hemû ji holê werin rakirin û pergaleke nû ya ku li Tirkiyeyê hemû alî dê xwedî li aşitî û biratiyê derkevin were destpêkirin. Ji bo vî jî em ji destpêkê vir ve dibêjin; hewce ye ku rêxistina terorê bi awayekî du rû tevnegere. Di destekî we de çekê hebe û di destê din de jî govendê hebe, tiştekî wiha nabe. Beriya her tiştî divê hemû çek werin çalkirin û beton di ser de were valakirin da ku êdî li Tirkiyeyê, li vî welatî ezîz ji xeynî hêzên meşrû yên dewletê tukes ranehêje çekan, ev şertê ewil e."
Li ser pirsa ku tê îdiakirin Tirkiye û DYA dê li dijî DAEŞê operasyoneke hevpar li dar bixin, Kurtulmuş wiha xeberda: "Tirkiye biryardar e çawa ku di hundirê sînorê xwe de li dijî DAEŞ û rêxistinên terorê yên din têdikoşe, herwisa biryardar e ku li dervayê sînor jî têbikoşe. Emê destûr nedin ku rêxistinên terorê ji bo Tirkiyeyê bibin gef. Em meseleya hebûn û mayîndebûna Tirkiyeyê ye."