ANKARA
Midûriya Giştî ya Hunermend û Esnafan a Wezareta Bazirganî û Gumrikê li ATO Congresiumê "Hevdîtina Esnaf û Pazarvanan" li dar xist. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî "Hevdîtina Esnaf û Pazarvanan" bû, axivî û got ku li Tirkiyeyê di van 12 salên dawîn de guherînên gelekî mezin çêbûn, ji aliyê demokrasiyê ve di her qadê de pêşketin çêbû.
Serokomar Erdogan got ku pêvajoyeke guherînê dan destpêkirin û heta vê rojê anîn, niha divê vê guherînê derbasî merheleyeke din bikin û wiha axivî: "Em dibêjine vê ku Tirkiyeya nû. Ez wisa difikirim ku ji bo Tirkiyeya nû destûreke nû ya bingehîn û bi wê re jî derbasî pergala serokatiyê bibin. Dema ku em derbasî pergala serokatiyê bibin, bizanin piraniya ev tiştên ku niha li parlementoyê diqewimin dê êdî neqewimin, alozî, hemû astengî dê ji holê rabin. Tirkiye dê bibe Tirkiyeyeke wisa ku dê gelekî pêş bikeve û derkeve asta şaristaniyên pêşketî."
Erdogan da zanîn ku ji heyama ku derbasî pirpartîtiyê bûn heta niha li Tirkiyeyê di 16 mehan carekê de hikûmet diguhere.
-"Dîktator dernakeve"
Serokomar Erdogan got "Ji welatên G-20yê yên herî pêşketî di nav 10 welatî de pergala serokatiyê heye. Gelo ev kar nizanin? Ev bi pergala serokatiyê tên birêvebirin lê çi bi me tê? Em çima di vê mijarê de dibêjin 'Na'. Em divê vê pêngavê biavêjin."
Erdogan da zanîn dema "pergala serokatiyê" tê gotin, hin kes ji vê aciz in û wiha axivî:
"Hema dest pê dikin û dibêjin 'dîktatorî'. Yaw gelo li Amerîkayê, Meksîkayê, Arjantînê, Fransayê, Brezîlyayê, Fransayê dîktatorî heye? Ew nabin dîktator lê çima Tirkiye dibe dîktator? Ez wisa bawer dikim ku gel dê biryara xwe ya di vê mijarê de, bi awayekî lez û îdeal di van hilbijartinan de bi parlementerên ku dê derxîne re bide. Ji bo vî karî hewceyî bi 440 parlementerî heye. Parlemento bi 440 wezîran re dikare hêzdar bibe ku bikaribe vê guherînê bike. Vê gelê hesreta şefîtiya neteweyî ya hin kesan di dilê wan de hişt. Ji serokekî ku bi hilbijartinê hatiye ser kar û dikare hesaba her kirinekê xwe bide gel dîktator dernakeve. Bila her kes vê yekê wiha bizane. Em derdê esil a di vê mijarê de dizanin, derdê esil ew e ku derkevin li hemberî gel, pêşî ji wan piştgiriyê bistînin, pişt re jî hesab bide gel. Va ye tiştê ku kêrî wan nayê ev e."