
ANKARA
Parlementerê AK Partiyê yê îstanbûlê Hakan Şukur da zanîn ku ji partiya xwe îstifa kir.
Şukur der barê îstifaya xwe de daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku li ser rûdanên ku di van rojên dawîn de diqewimin û her kesê xwedan wijadan gelekî xemgîn dike, hewceyiya daxuyanî dayînê derket holê. Şukur wiha axivî: "Polîtîqa tu carî nebû armanca mın a ewilîn. Lê ji ber meqama ku Erdogan temsîl dike û qîmeta ku didim şexsê wî mın bi piştgirî û diayên malbata xwe daweta Birêz Serokwezîr pejirand. AK Partî di nav 11 salên dawîn de li Tirkiyeyê gelek reform kirin û serkeftin bi dest xistin. Lê belê helwesta ne li cî ya ku bi pêvajoya dersxaneyan re hat girtin, ji gelek aliyan ve dilê gelek kesên xwedan vîjdan êşand."
Şukur parast ku "Birêz Serokwezîr beriya niha ji ber bertekan bi fezîleta xwe hin biryar bi cî neanîn. Ez fehm nakim ka çima Birêz Serokwezîr digel hemu israr û gazinan guh nade vê mijarê" û wiha axivî: "Ez heta îro bi hêvî bûm ku di mijara dersxaneyan de dê guh bidin daxwazên mirovên ji dil û bigihin asteke erênî. Lê bi vê hêviya min li ciheke ku ez li wir bûm dersxane şibandin rêxistina KCKê û lêborin xwestin li aliyekî, birêvebiriya partiyê û Birêz Serokwezîr tu bertek li ser van gotinan nîşan nedan. Vê yekê jî wijdana min gelekî aciz kir. Pişt re vê nîqaşê ber bi aliyê din ve kişandin û ev yek jî gelekî nexweş bû. Ez ji 20 salî jortir e ku tevgera xizmetê û Muxterem Xoceefendî nas dikim û ji wan hez dikim. Di serî de referandum, di hemû mijarên ku xêra gel tê de didîtin de mal bi mal ji bo qanîkirina gel geriyan û çiqas bi hêza wan hebû piştgirî dane hikûmetê. Ji derveyî welêt bi hezaran kes ji bo ku deng bidin anîn, ji bo ku AK Partî neyê girtin dia kirin lê digel van tiştan niha bi van kesan re wekî ku dijminên hev in, tevdigerin. Ev yek bi gotina herî nerm ji bilî bêwefatiyê tiştek din nîne."
- Jimara parlementerên AK Partiyê bû 325
Bi îstifaya Şukur jimara parlementerên partiyan wiha bû:
AK Partî: 325
CHP: 134
MHP: 52
BDP: 26
Serbixwe: 7
HDP: 4
Bi tevahî: 548
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.