Nihat Kavşut
16 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Heger Amerîka mijara Minbicê di ser guhê xwe ra biavêje em ê vegerin rewşa berê. Ya hûn paqij bikin yan jî em ê paqij bikin."
Çavuşoglu û Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derva yê Komara Tirk ya Qibrîsa Bakur Kudret Ozersay li avahiya Wezareta Karên Derva civiyan û piştî hevdîtinê di daxuyaniya çapemeniyê da Çavuşoglu pirsên rojnamevanan bersivand.
Mevlut Çavuşoglu li ser pirsa der barê nexşerêya Minbicê da wiha got: "Heger Amerîka mijara Minbicê di ser guhê xwe ra biavêje em ê vegerin rewşa berê. Ya hûn paqij bikin yan jî em ê paqij bikin."