09 Adar 2017•Rojanekirin: 10 Adar 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu îro bi hin nûnerên çapemenî û nivîskarên rojnameyan ra hat bal hev.
Çavuşoglu der barê rojevê hin nirxandin kirin û li ser pirsa 'Eger YPG ji Minbicê dernekeve wê polîtikiya Tirkiyeyê bibe çî?' de wiha axivî:
"Me berê jî gotibû ez dîsa bibêjim. Armanca Tirkiyeyê piştî El Babê Minbic e. Wexta em herin Minbicê, heger em rastî YPGyê werin, emê lêxin. Ez vê eşkere bibêjim. Serokomarê me jî ev tişt wek Serfermandar gotibû. Helbet hin îdiayên Rûsyayê hene, hin mijarên din jî hene, lê Amerîka van îdiayan red dike. Dibêjin di navbera me û wan de tu peyman tuneye. Eger Rûsya rabe li ciyekê arîkariyê bide YPG ev ji bo me pirsgirek e. Lê eger herin YPGyê ji wê derê paqij bikin, em ê jî wê hingê jî arîkariyê bidin wan. Ji bo me li vê derê ya girîng YPGya rêxistina terorê ye."
-Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva hişyarî da Holandayê
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê hevdîtina bi welatiyên Tirkiyeyê yên li Holandayê da got, "Piştî hilbijartina li welatê we jî ku hun li dijî mitîngan bin tu kes nikare min bigre. Ez ê vê şemiyê herim û civîna xwe jî bikim."
Wezîr Çavuşoglu îro li wezaretê bi hin nûnerên medyayê û nivîskarên rojnameyan ra hat ba hev.
Çavuşoglu rojev nirxand û pirsa der barê çalakiya ku piştî Almanyayê li Holandayê bê kirin bersivand.
Çavuşoglu got ku ji rayedarên Holandayê tu kesî ji wan ra negotiye ku di hilbijartinê da mitîngê kêrî Geert Wîdersê serokê Partiya Azadiyê ya rasgirperest bê û ji bo vê yekê piştî hilbijartinê werin û mitînga xwe bikin, heke gotineke wan a wisa hebe jî ew ê wek ricaya dostekî vê qebûl bikin û bê teredud vê qebûl bikin.