Serokwezîr Ahmet Davutoglu bibîrxist ku piştî êrîşa Parîsê, dê îro beşdarî meşa li Fransayê bê lidarxistin bibe û wiha got: "Daxwaza hin kesan ew e ku vê êrîşê biguherînîn û wekî kampanyayeke li ser alema îslamê û misilmanên Ewropayê tê kirin, nîşan bidin. Em ê beşdarî meşê bibin û bi peyamên xurt bertek nîşanî wan çeteyan bidin."
Davutoglu beriya çûyîna Fransayê, li Balafirgeha Esenbogayê civîna çaxpemeniyê li dar xist û got ku dê beşdarî çalakiya "Meşa ji bo komarê" bibe.
Serokwezîr Davutoglu got ku dê beşdarî meşê bibe û li Parîsê cardin nîşan bidin ku ew li dijî terorê ne û li hemberî terorê dibin yek û wiha dewam kir: "Tirkiye yek ji welatên ku li hemberî terorê tevgera xwe rasterast eşkere dike ye."
Serokwezîr Davutoglu wiha got:
"Daxwaza hin kesan ew e ku vê êrîşê biguherînîn û wekî kampanyayeke li ser alema îslamê û misilmanên Ewropayê tê kirin, nîşan bidin. Em ê beşdarî meşê bibin û bi peyamên xurt bertek nîşanî wan çeteyan bidin. Em ê herin li wir û beşdarî meşê bibin, li hemberî terorê êm ê hevgirtin û piştevaniya xwe nîşan bidin. Li qadê dê misilman, xiristiyan, ewropayî, asyayî, afrîkayî hemû bi hev du re bimeşin, hevgirtin û yekîtiya xwe nîşan bidin. Herwiha em ê peyama yekîtiyê ya herî xurt jî li vir bidin wan kesên ku dixwazin vê êrîşê îstîsmar bikin û wekî kampanyayeke ku li dijî misilmanan hatiye destpêkirin, nîşan bidin."
-"Bi berfirehî îstîşare tên kirin"
Davutoglu pirsên rojnamegeran jî bersivand û li ser pirsa rojnamegrekî ya "Tê gotin ku evîna Ahmedî Kolîbalî ya binavê Hayat Boûmeddîene ya ku li Fransayê êrîş bir ser marketeke, di 2yê rêbendanê de hat Tirkiyeyê û di 8ê rêbendanê de vegeriya lê Hayat Boûmeddîene venegeriya û tê gotin ku li Tirkiyeyê demekê MÎTê ew teqîb kiriye gelo ev agahî rast in an na?"
Davutoglu wiha got:
"Li kîjan welatî dibe bila bibe, dema bûyerekî terorî tê lidarxistin Tirkiye li dijî vê bertek nîşan dide û bi welatên ku lê bûyerên terorî tên lidarxistin re hevkariyê dike. Ji mêj ve, yekeya îstîxbaratê ya me û ya Fransayê tevkariyê dike. Ji bo vê jî piştî bûyera terorî yekeya îstîxbarata me û ya Fransayê dest bi îstîşareyan kir. Li vir cardin dixwazim diyar bikim ku yekeyê me yên îstîxbarat û ewlehiyê tevkariyê dikin. Di vê çarçoveyê de hevkariya me jî berdewam dike."