30 Adar 2018•Rojanekirin: 31 Adar 2018
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag: "Xerentîdayîna Fransayê bo PYD/YPG/YPJê, bi awayekî eşkere hemahengî û hevkariya digel rêxistinên terorî ye ku êrişî Tirkiyê dikin."
Bekir Bozdag li ser hesabê xwe yê Twitterê ji ber ku Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê bi lijneyeke SDGê ya bi PYD/PKKa rêxistina terorî ra têkildar e civiya û Qesra Elyseeyê daxuyaniya "Macron dixwaze Fransa bi alîkariya civaka navneteweyî di navbera SDG û Tirkiyeyê da navbeykariyê bike" parve kir daxuyanî da.
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag destnîşan kir hêvî dikin ku Fransa ji gavên ku rasyonel nînin dûr bisekine û wiha got: "Kesên ku bi rêxistinên terorî ra dijî Tirkiyeyê hevkariyê dikin û tevî terorîstan êrîşî Tirkiyeyê dikin wê wekî terorîstan mûamele bibînin û bibin hedefa Tirkiyeyê. Ez hêvî dikim ku Fransa ji gavên ku rasyonel nînin dûr bisekine."
Bozdag di daxuyaniya xwe da wiha got: "Kesên ku dostaniya rêxistinên terorî di ciyê dostaniya Tirkiyeyê da tercîh bikin û di ciyê Tirkiyeyê da bi rêxistinên terorî ra bikevin nav hevkariyê dawiya dawîn wê wekî dostên xwe yên rêxistinên terorî têk biçin."