TBMM
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç der barê çar parlamenterên ku sergirtî beşdarî Lijneya Giştî ya TBMMyê bûn de wiha got:"Her kes difikirî ku li Meclisê dê îro nîqaş û pevçûn çêbe. Lê Meclisa me îro aqlê selîmî nîşan da. Ez wekî hevalekî we yê ku bi salan e li parlamentoyê me vê teqdîr dikim."
Çar parlamenterên AK Partiyê bi sergirtî beşdarî Lijneya Giştî ya TBMMyê bûn. Li ser vê li meclisê nîqaş derket û Cigirserokê CHPê ya Meclîsê û Parlamenterê Yalovayê Muharrem Înce û Parlamentera Îsanbûlê ya CHPê Şafak Pavey rexneyên xwe anîn ziman.
Alîkarê Serokwezîr Arinç li ser navê hikûmetê bersiv da Parlamentera Îsanbûlê ya CHPê Şafak Pavey û Cigirserokê CHPê ya Meclîsê Muharrem Înce. Arinç wiha got: "Ez bawer im ev li Tirkiyeyê cara yekem dibe, ji bo her tiştî despêkek heye. Di raya giştî de li dijî vê bertekên neyînî tuneye. Ji partiyên me yên siyasî bertekên erênî û neyînî heye."
Arinç destnîşan kir ku îro çavê her kesî li Meclisê ye û wiha got: "Gelek kes li bendê bûn ku gelo dê pevçûn derkeve yan jî gotineke qirêj û nebaş dê bê kirin. We ev hêvî û daxwaz vala derxistin. Ez ji ber vê jî Meclisê teqdîr dikim."
Arinç axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi ya min tiştê ku li Meclisê tê jî ev e. Wexta em fikr û ramanên xwe bêjin divê em kubar bin û rêz nîşan bidin û rê li ber nîqaş û rexneyên şexsî venekin. Tiştê ku li me û Meclisê tê ev e. Dibe ku em hin gotinan neecibînin û rexne bikin, hin gotinan jî biecibînin û li çepikan bixin, lê her kesî fikir jê dikir li Meclisê dê îro nîqaş û pevçûn bibe. Lê Meclisa me îro aqlê selîm nîşan da. Ez wekî hevalekî we yê ku salan e li parlamentoyê me vê teqdîr dikim."
Arinç destnîşan kir ku Mûharrem Înce îro li derveyî vê mijarê axivî û niheqiyê li hikûmetê û AK Partiyê kir. Em van niheqiyan qebûl nakin.
Arinç diyar kir Şafak Pavey bi şêweyek baş axiviye, lê îfadeyên wê yên tawanbar mijara nîqaşê ye û em qebû nakin.